‘Pêngava Cenga Heftenînê’ hate destpêkirin

Fermandariya Eyaleta Heftînînê ragihand ku ‘Pêngava  Cenga Heftenînê’ dane destpêkirin. Di çarçoveya çalakiyên pêngavê de bi qasî hate tesbîtkirin 8 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

LI HEFTENÎNÊ PÊNGAV HATE DESTPÊKIRIN

“Artêşa Tirk a dagirker di 23’ê Tebaxê de li ser qada Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgereke dagirker dabû destpêkirin. Fermandariya Eyaleta Heftanînê jî dest bi ‘Pêngava Cenga Heftanînê’ kiriye. Ji roja ku operasyona dagirker hatiye destpêkirin û heta bi afirînerî û fedaî bi çalakiyan derbên giran li dijmin hatiye xistin û pêşveçûna dijmin hatiye sekinandin. Di vê pêvajoya çalakiyan de bi baweriya Apoyî, fedaîtî û biryardarî serkeftina gerîlayê serdemê derketiye holê û hatiye tespîtkirin ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dikarin hemû astengiyan derbas bikin. Li ser vî esasî bi pêvajoya pêngavê re hêzên me di 12 û 13’ê Îlonê de bi çalakiyan Pêngava Cenga Heftanînê dane destpêkirin. Li gorî vê yekê;

Di 12’ê Îlonê de saet di 17.00’an de hêzên me li dijî yekîneyên operasyonê yên li Girê Partîzanê çalakiyek li dar xistine û ji nêz ve li çeperên dijmin dane. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û çepereke dijmin jî hatiye îmhakirin.

Hêzên me di 13’ê Îlonê de saet di 09.00’an de ji 2 milan ve li yekîneyên operasyonê yên Girê Sîser dane. Di vê çalakiyê de jî 4 leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

Hêzên me di heman rojê de li yekîneyeke operasyonê dane ya di navbera Girê Sîser û Tepê Hêlizê de rê çêdikirin. Di vê çalakiyê de dozerek hatiye îmhakirin û leşkerê tê de hatiye kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyan leşkerên xwe  yên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji qadê derxistine û bi helîkopterên Kobra li qada Partîzan û Geliyê Pisaxa dane.

Yekîneyên me yên ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregehên xwe.

LI PÎRANÊ OPERASYON

9’ê Îlonê saet 17:00’an artêşa Tirk bi desteka helîkopeteran li devera Deşta Gorsê ya girêdayî herêma Gorsê ya navçeya Pîran a Amedê dest bi operasyonekê kiribûn. Di vê operasyonê de 2 hevrêyên me yên li qadê li ser erka xwe bûn şehîd bûne. Oprasyon 10’ê Îlonê di saetên sibê de ji deverê vekişiyane. Em ê piştre agahiyên li ser nasnameya hevrêyên xwe bi raya giştî re parve bikin.

LEŞKERAN BI ÇEKÊN GIRAN GÛLE LI GUNDÊ PÎRÊJMAN REŞAND

Şeva heman rojê artêşa TC’ê bi wesayîtên zirxî yên ji qerqolên Beyaz Çeşme û Berîk gundê Pirêjman dorpêç kirin û ketober gule reşandin. Dagirkerên ku saetên şevê avêtin ser gund êrîşî gel kirine û hinek ji welatiyan jî destgîrkirine.

HELÎKOPTERAN DEVERA GORSÊ BOMBE KIR

5’ê Îlonê artêşa TC’ê bi desteka helîkopteran saet navbera 15:00-20:00’ê bombe li devera Gorsê barandin. Di vê bomerdûmanê de ti ziyaneke negihiştiye hêzên me, şewat li herêmê derketiye.

LI QENDÎL Û HEFTENÎNÊ ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker 13’ê Îlonê saet navbera 18:00-20:00’an derdora gundên Kozinê û Balayan ên girêdayî Herêma Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medyayê, saet 21:00-00:00’an jî devera Geliyê Pisaxa ya Herêma Heftenîn bombe kiriye. Di van bomberdûmanan de ti ziyan negihiştiye hêzên me.