Pêncewînî li ser ambargoya Mexmûrê nameyek vekirî parve kir

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncewînî têkildarî ambargo û dorpêça li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku zêdetirî saleke dibore, ji bo serokê Herêma Kurdistan û Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistan nameyek vekirî parve kir.

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncewînî li ser hesabê xwe yê fermî yê Facebookê li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku zêdetir salekê ye di bin ambargo û dorpêçê de ye, ji bo serokê Herêma Kurdistan û Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê nameyek vekirî parve kir û daxwaz kir ku dawî li ambargoyê bînin.

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncewînî li ser ambargoya Mexmûr nameyek vekirî pêşkêşî Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî kir.

Pêncewînî daxwaz dike ku demildest dawî li dorpêç û ambargoya li ser Penaberên Mexmûrê bînin.

Nameya Pêncewînî wiha ye:

“Birêz Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê Mesûd Barzanî

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Têkildarî rewş, ambargo û dorpêça li ser Kampa Mexmûrê me pêşwawzî li şandeyeke ya Kampa Mexmûrê kir ku zêdetirî 11 mehe di bin dorpêç û ambargoyê de ye.

Ji bo wê li ser navê mirovayetiyê daxwaz ji we dikim ku dawî li ambargoyê bînin.

Rê bidin ku nexweşiyên kronîk li Hewlêr bên dermankirin.

Rê bidin ku karkerên penaber ji bo debara xwe bikin biçin Hewlêrê kar bikin.

Li bendên kontrolê rê li jinan negirin ku zarokên wan bijî.

Birêzan ev bûn ku nehiştin DAÎŞ bigihêje bajarê Hewlêrê.”

Hêjayî bibîr xistinê ye ji Tîrmeha 2019’an û vir ve rê li penaberên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê ji aliyê rêveberiya PDK’ê ve hatiye girtin. Ji wê rojê heta niha tevî gelek serdan û hevdîtinan jî lê heta niha ev dorpêç û ambargo nehatiye dawîkirin. Di vê pêvajoyê de gelek nexweşên kronîk, nexweşên giran hatin astengkirin û zarokên gelek dayikan jî mirin.