Pêla girtin û qirkirinê ya Îranê didome

Hat diyarkirin ku rejîma Îranê li Rojhilat kolberek qetil kiriye. Di heman demê de li Mehabadê jî 10 Kurd hatin binçavkirin.

Rejîma Îranê li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê kolberekî ku bi heqê xwe li ser sînor baran hildigire, qetil kir û 3 kolber jî birîndar kir. Di heman demê de li Mehabadê jî 10 Kurd hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku hêzên rejîma Îranê di 17’ê Tîrmehê de bera koma kolberên ku ku dixwestin ji Bakurê Kurdistanê biçin bajarê Xoyê yê bi ser Ûrmiyeyê ya Rojhilat daye û kolberekî jiyana xwe ji dest daye û 3 kolber jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê (HENGAW) kolberekî bi navê Emir Xalid jiyana xwe ji dest daye û 3 kolberên ku navê wan nehate hînbûn jî birîndar bûne.

Di heman demê de li Mehabadê jî 10 Kurd bi sedema ku “piştgirî dane rêxistinên Rojhilat” hatin binçavkirin.

Ji nav ên hatine binçavkirin navê 6 kesan wisa ye: Selah Adîm, Dawid, Resûl Nejad, Marûf Qenaet, Keywan û Omer Nasîre. Hat diyarkirin, kesên ku hatine binçavkirin birine Girtîgeha Ûrmiyeyê.