PDK têkildarî rojnamevanê destgîrkirî agahiyan nade

Asayîşa PDK'ê têkildarî rewşa rojnamevan Qehreman Şukrî ku 27'ê Hezîranê li bajarê Duhokê destgîr kir, agahiyan nade parlamenteran.

Di 19’ê Hezîranê de dewleta Tirk a dagirker gundê Sîda yê ser bi Şêladizê ya ser bi Duhokê bi dijwarî bombebaran kir. Di encama bombebaranê de komkujiyek pêk hat û 5 ciwan şehîd bûn. Piştî vê komkujiyê xelkê Şêladizê rabûn serhildanê.

Piştî vê xwepêşandanê hêzên leşkerî gelek kes girtin. Rojnamevan Qehreman yek ji wan kesan bû hate destgîrkirin. Di 27’ê Hezîranê de Asayîşa PDK’ê li Komelgeha Sîrê ya ser bi Şêladizê bi ser mala rojnamevan Qehreman Şukrî Zeynedîn de girtin û destgîr kirin û veguhestin girtîgeha Zirka. Ev 25 roj in destûrê nadin ne parêzer, ne lijneya parlamentoyê û ne jî xizmên wî serdana Rojnamean Qehreman ê 23 salî bikin.

Parlamentera parlamentoya Herêma Kurdistanê ya li ser fraksiyona Goran Şîrîn Emîn jî li ser vê mijarê ji Rojnews re axivî û got; "Derbarê Qehreman Şukrî de me gelek caran peywendî bi asayîşa Dihokê re danî. Me xwest em bizanin gelo Qehreman ji aliyê dadwer ve hatiye binçavkirin, yan na. Lê heya niha ti bersivek nedane me. Me berê jî li ser binçavkirina Qehreman û komek ciwanên din, nameyek da parlamentoyê da ku lêkolînê bikin. Lê heya niha jî bersiva wê nameyê nehatiye dayîn."