PDK hewl dide hikumeta Iraqê li dijî Şengalê sor bike

PDK li Parlamenta Iraqê kete nava hewldanên propagandaya reşkirina hêzên YBŞ/YJŞ û Rêveberiya Xweser a Şengalê. Hate ragihandin, PDK’ê li parlementoyê ji bo mudaxeleya li ser Şengalê jî bi gelek aliyan re jî dicive.

Derkete holê ku Partî Demokratî Kurdistan (PDK) ketiye nava hewldanên planên nû yên li dijî Kurdên Êzidî yên li Şengalê. Her wiha PDK dixwaze vê planê bi rêya Hikûmeta Navendî ya Iraqê bike.

PDK LI DIJÎ ÊZIDIYAN KETIYE NAVA PLANÊN NÛ

Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) piştî ku hêviya wê nema ku qeymeqamê berê yê ser bi PDK’ê Meheme Xelîl û rêveberiya berê ya Şengalê vegere Şengalê, niha jî bi rêya çend parlamenterên partiya xwe hewl dide li Parlementoya Iraqê wisa bikin ku hikûmeta Iraqê li dijî rêveberî û hêzên parastinê ya Şengalê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) sor bikin.

PIŞTÎ FERMANÊ HÊZÊN PARASTINÊ YBŞ/YJŞ HATE AVAKIRIN

Piştî ku DAÎŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an kete herêma Şengalê bi hezaran Hêzên Pêşmerge yên girêdayî PDK’ê Şengal hêlan û reviya bûn. Di êrîşa hovane ya li ser Şengalê de bi hezaran welatiyên sivîl ên bê parastin man ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin û jin û zarok jî di nav de bi hezaran kesên Êzidî jî hatin revandin. Her wiha ji bo civak bi temamî qir nebe, HPG û YJA Star li hewara civaka Êzidî çû û bi hezarna kes ji qirkirinê xilaskir. 

Li ser vê ji bo careke din ev qetilkirin û qirkirin li ser civaka Êzidî neyê kirin xort û keçên Êzidî xwe kirin yek û hêzêke parastinê ya bi navê Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) avakirin. Ji wê rojê heta niha YBŞ û YJŞ herêma Şegalê û gundên derdora wê ji çeteyan paqij kirin û herêm kirin xistin di nava ewlehiyê de. Piştre ev hêzê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve fermî hate naskirin û niha jî parastina Şengalê tevahî dike.

YBŞ/YJŞ Û RÊVEBERIYA XWESER A ŞENGALÊ FERMÎ YE

Bi demê re encûmenekî fermî ku ji xelkê Şengalê pêk tê hate avakirin ku rêveberiya bajar û navçeyên Şengalê bike. Dîsa ev rêveberî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bi awayekî fermî hatiye erêkirin. Dîsa berî demekê hikûmeta Iraqê rêveberiya navçeyên Gir Izêr, Sîba Şêx Xidir û çend navçeyên din radestî vê encûmenê kiribû.

PDK’Ê DEST BI PROPAGANDAYA REŞKIRINÊ KIRIYE

Niha Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) ketiye nava hewldan û planên nû ku Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengal (YJŞ) dîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê ku ji aliyê Bexda ve fermî hatiye erêkirin, weke hêz û aliyên ne fermî bidin nîşandan, li nava Parlementoya Iraqê popagandaya reşkirinê dane destpêkirin. Bi vê yekê dikin armanc ku li parlementoyê van hêzên weke hêzên nefermî bidin nîşandan û li ser vê yekê biryar bigirin.

YBŞ/YJŞ ÊN BI HEZARAN SIVÎL Û HERÊM JI ÇETEYAN PAQIJ KIR, WEKE ÇETE PÊNASE KIR

Parlementerê PDK’ê yê Parlementoya Iraqê Îxlas Sebah Dilêmî di rûniştina 24 a parlemenê axivî û dijayetiya hêzên Şengalê YBŞ û YJŞ’ê kir. Dilêmî YBŞ û YJŞ bi çete û mafya sûcdar kir û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku mudaxele li dijî wan bike. Herwiha Dilêmî ji bo herêmên niha aram ku welatiyên sivîl ên Êzidî lê dijî jî weke herêmên metirsîdar pênase kir.

JI BO DAXWAZÊN WAN PÊK BÊN LI GEL ALIYÊN PARLEMENTOYÊ DICIVIN

Çavkaniyeke pêbawer ku ji Parlementoya Iraqê agahî da ANF’ê û ragihand ku Partiya PDK’ê li Parlementoya Iraqê ketiye nava hewldanên nû ku encûmen û Rêveberiya Xweser li gel hêzên Şengal YBŞ/YJŞ’ê wek hêzên ne fermî bidin nîşandan. Ji bo ev yek jî pêk were li nava parlementoyê li gel gelek beşên din jî ketine nava peywendiyan ku li dijî vê propagandaya reşkirinê bidin destpêkirin.

Berê jî PDK’ê bi rêya qeymeqamê berê yê Şengalê Meheme Xelîl ê ser bi PDK’ê ketibû nava hewldanan li Şengalê nearamniyê çêbike. Bi darê zorê xwestibûn qeymeqam li Şengalê bi cih bikin û weke qeymeqamê Şengalê kar bike. Lê belê xelkê Şengalê li dijî vê derketibûn û qeymeqam ji Şengalê derxistibûn û diyarkiribûn ku êdî rê nadin ku Meheme Xelîl bikeve Şengalê.