DOSYA II

‘PDK’ê serokatiya herêmê hilweşand û daxwaza serokkomartiya Iraqê dike'

Li gorî destûra Iraqê postê ‘ Serokkomarî nîşana yekparçeya nîştiman, serweriya welêt e’. Lê niha ew post bûye cihê nakokiya di navbera aliyên siyasî yên Kurd de.

Hilbijartina parlamentoya Iraqê tevlîheviyek nû di qada siyasî de derxist holê. Postê serokkomarî jî di destûra Iraqê de weke sembola bi hevre jiyana gelan û demokrasiyê tê dîtin. Lê niha buye cihê nakokî û aloziya aliyên siyasî. Ne tenê di nava aliyên Kurd de, her wiha di nava  Kurdên Başûrê Kurdistanê de jî bûye destpêka aloziyek siyasî. Bi rêya vê raporê ku xwe  dispêre destûra 2005’an ya Iraqa federal, erk û mercên hebûna  serokkomar  û desthilata serokkomar li ber çavan tê raxistin.

Li gorî madeya 67'an ya destûra Iraqê ku pênaseya postê serokkomartiya Iraqê dike, dibêje: ''serokkomar nîşana yek parçeya nîştiman, serweriya welêt e, hewl dide bi girêdan bûyina xwe ya bi yasayê re, serbixweyî, serweriya xaka Iraqê li gorî bendên destûrê d parêze.''

SEROKKOMAR BI DENGÊ 2 JI 3’AN A PARLAMENTOYÊ TÊ HILBIJARTIN

Şêwaza hilbijartina serokkomar li gorî madeya 70'An ya desûtra Iraqê hatiye danîn. Li gorî benda yekem serokkomar bi dengê ji 3/2’ê parlamentoyê tê hilbijartin. Li gorî benda duyem ya heman destûrê, eger namzetek dengê herî zêde bi dest nexe, wê pêşbaziya hilbijartinê di navbera herdu namzetên dengê herî zêde bi dest xistine de pêkwere. Li gorî wê di dengdana duyem de namzetê ku dengê herî zêde bi dest bîne,ew dibe serokkomarê Iraqê.

Her wiha li gorî madeya 71'an ya desturê û benda yekem, dema desthilatdariya serokkomar weke çar sal hatiye diyar kirin. Mafê wî heye carek din jî xwe ji bo serokkomartiyê hilbijêre. Li gorî benda duyem xala B  hatiye gotin ku divê serokkomar heya hilbijartinek din ya runiştina parlamentoyê di kar û erkê xwe de berdewam be. Her wiha piştî yek runiştina parlamentoyê divê di nava 30 rojan de serokkomarek nû were diyar kirin ku heya serokkomarê nû erkê serokkomarê  buhrî bi cihtîne. Yekem runiştina dewreya çarem di roja 3’ê Tebaxa 2018’an de pêk hat.  Roja 2’ê cotmehê jî weke roja dawî ye ji bo dema serokkomarek nû were diyar kirin.

10 RAYEYÊN SEROKKOMAR HENE

Li gorî madeya 70’ê destûrê, 10 raye ji bo serokkomar hatine diyar kirin. Ya yekem derxistina efûyek taybet li ser daxwaza serokê desteya wezîran. Bi mercekê ewên sucên mafê taybet, sucên navnetewî, gendelî, rêveberî negre navxwe.

Duyem: piştî rezamendiya parlamentoyê qebul kirina peymanname û peymanên navnetewî.

Sêyem: qebul kirin û derxistina ew yasayên ku parlmanto derdixin. Yasa jî piştî 15 rojan şandina ji bo serokkomar weke qebul kirî tê jimartin.

Çarem:  piştî qebul kirina encamên hilbijartinê, vexwendina parlamentoyê ji bo kombûnê ji bo rojek diyar, bi mercê ji 15 roj derbaz nebe.

Pêncem:  bexşandina nîşan û madalya li ser daxwaza serokê desteya wezîran li gorî yasa.

Şeşem: qebul kirina balyozan

Heftem: derxistina daxuyaniyên komarî

Heştem: qebul kirina  hukmê bi darvekirinê ku ji aliyê dadgeha taybet ve hatine derxistin.

Nehem: bi erkê pêşengtî ji bo erkê çekdarî, bi armanca protokol û pÎrozbahî di rabe.

Dehem: her desthilatek din divê  destûrê de hatiye diyar kirin.

BÛYÎNA SEROKKOMAR XWEN BÛ

Ji dema ava kirina dewleta Iraqê  ji sala 1920’an  heya 2005’an bi destxistina postê serokkomariya Iraqê ji aliyê Kurdan ve xewnek bû û kesî bawer ne dikir. Lê piştî şerê di navbera Iraq û Amerîka di sala 2003’an de bi dawî hatina desthilata Sedam Hisên, cara yekem bû ku bi lihevhatina li gel pêkhateyên Iraqê di sala 2005’an de kesek siyasî yê  Iraqê wergirt. Li gorî peymana stratejiya di navbera PDK û YNK’ê de postê serokkomarî û serokatiya Herêmê di nav xwe de belav kirin.

Piştî ku desthilata Barzanî ya serokatiya Herêmê bi dawî hat, nakokÎ û nîqaşa li ser postê serokkomartiya Îraqê jî derket holê. Ew jî berovajî caran ku Kurd yek namzet post ji bo serokkomartiyê diyar dikir. Lê niha PDK, YNK û Komeleya İslamiya Kurdistanî ji bo serokkomartiya Îraqê namzetên xwe diyar kirine. Ji derveyî wan du kesayetên serbixwe yên Kurd ên bi navê Sirwe EbdulwehÎd û Serdar Ebdullah jÎ xwe ji bo postê serokkomartiyê nazmet nîşan dane.

PDK’Ê SEROKATIYA HERÊMÊ HILWEŞAND Û DAXWZA SEROKKOMARTIYA IRAQÊ DIKE

Tevî ku di hêla yasayÎ de tenê 7 roj ji bo hilbijartina serokkomar maye, lê heya niha partiyên Kurd l li ser namzetek hevbeş ji bo wî postî ne gihiştine ti lihevhatinekê. Ev jî piştî wê yekê tê ku postê serokatiya Herêmê hilweşa û PDK postê serokkomartiyê weke mafê xwe dibîne.