'PDK’ê ji bo aloziyê mezintir bike êrîşî gel kir'

Meclîsa gundê Borukê yê Şengalê bal kişand ser êrîşa çeteyên PDK'ê ya li Xanesorê û diyar kir, çeteyên PDK-AKP ji bo alozî mezin bibe û gel venegere cih û warên xwe, êrîşî gel kirin.

Meclîsa gundê Boruk ji ber êrîşa 14’ê Adarê ya çeteyên PDK’ê li ser meşvanan daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa gundê Boruk Hisên Hacî ve hate dayîn. Hecî diyar kir, di 14'ê Adarê de ji bo alozî were qedandin meşiyane û got, "Me xwest em ji bo aloziya li Şengal û taybet jî bajarokê Xanesorê bi dawî bibe, bimeşin. Di meşê de tenê jin, zarok, kal û ciwan û kesên sivîl hebûn. Çeteyên PDK-AKP bi şêwazekî ne mirovane û derveyî exlaqî mirovahiyê êrîşî gel kirin. Bê ku zanibin armanca gel çiye bi bombeyên gazê û guleyan êrîş kirin."

Hecî  destnîşan kir, di encamê de êrîşa çeteyan de welatiyek sivîl şehîd ket û kes jî 15 birîndar bûn wiha got: "Em ji malbata şehîdan re sersaxî dixwazin û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin. Bila cîhan  hemû zanibe ku hedefa hatina van pêşmerge û çeteyên Tirkan ew e ku aloziyan mezîn bikin û gelê Êzidî carek din venegerin ser cih û warên xwe." 

Hecî axaftina xwe wiha berdewam kir: "Hedefa hatina van çeteyan neparastina me ye, berevajî wê gelê hatine gelê me qetil dikin. Niha jî dixwazin fermana 74’an li ser gelê me de bînin. Em jî vê pirsê ji PDK’ê dikin dema fermanê ev hêz li ku bûn û çima em ne parastin. Hêza me ya YBŞ-YJŞ  heye pêdiviya me bi xayînên wek pêşmergên KDP’ê nîne ku me bi parêzin. Lê PKK bi me re karekî însanî  kir û heta îro li pişta me ne  û bi me re alîkarîn. Mafê tu kesî nîne PKK’ê re bêje Şengalê berdin."

Hecî di dawiyê de ev bang kir: "Bangawaziya me ew ev şer dubare nebin û pêşmerge ji Şengalê vekişin. Ji ber em wateyê nadin hebûna wan  bila biçin li hemberî DAIŞ’ê  şer bikin."