PDK'ê hê jî hêzê dişîne, YNK banga vekişandinê kir

PDK hêzeke dîtir şande du cihên cihê yên li qada Zînî Wertê ya herêm Qendîlê, bi vê rageşiyê zêdetir dike, YNK'ê bang li Serokê Herêmê kir ku fermana vekişînê bide.

Piştî ku PDK'ê hêza leşkerî  anî ser Zînî Wertê ya li nav herêmên di kontrola YNK'ê de û paralelî vê dewleta Tirk qadên gerîla bombe kir, vê rê li ber rageşiyeke nû vekir.

Hikûmeta Herêmî ya Federal a Kurdistanê îdîa kir bi çarçoweya tevdîrên li dijî hêla vîrûsa koronayê pêşmerge li qadê bi cih kriine. Lê ev hinceta 'vîrûsa koronayê' ya li derveyî bajaran, li nêzî qadên gerîla ti kesek qanih nekir.

Gelek derdorên siyasî û çavdêr diyar dikin armanc ew e ku rê li ber êrîşên dagirker ên Tirk vekin.

Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê her çend got ev bicihbûneke ji bo demeke kurte jî, domkirina sewqiyatê leşkerî fikar zêde kirin. Dawiya hefteyê hêzên taybet (Zêrevan) yên bi ser PDK'ê ve teqwiyeyî qadê bûn

HÊZ ŞANDIN SER DU CIHÊN LI HERÊMA SORANÊ

Li groî nûçeya Rojnewsê ku xwe spartiye ser jêderên pêewle PDK'ê hêza leşkerî ne tenê bire ser Zînî Wertê, her wiha li herêma Soranê jî hêza leşkerî bi cih kir.

Kanên xwecih diyar dikin PDK hêza leşkerî dişîne ser Babişka ya di navbeyna Diyana û Rewandizê de, tevgerek heye.

Li gel vê agahî hene ku li herêma Soranê li baregehên PDK'ê yên li qada Qesrê ya Qendîlê jî PDK'ê hijmara leşkeran zêde dike.

Tê gotin di nav sewqiyatên dawî de ku şandine ser Qesrê û Başîkayê pêkhateya bi navê 'Pêşmergeyên Roj' jî hene û hijmara pêşmergeyan ên ku şandine wir ji hezarî derbas bûye.

ÊRÎŞÊN HEVDEM ÊN TIRKIYÊ

Her wiha paralelî xebata avakirina baregehên li Zînî Wertê balafirên keşfê yên Tirk li herêmê difirin. Beriya bi çend roja balafirên Tirk li niqteyên gerîla dabûn, 3 gerîla şehîd bûbûn. 15'ê Nîsanê bi amûrên hewayî yên bêmirov dewleta Tirk êrîş biribû ser wargeha penaberan a Mexmûrê, bi vê êrîşa terorîstî ya Tirk 3 jin şehîd bûbûn.

YNK: PDK DIVÊ HÊZÊN XWE BIKIŞÎNE

Li dijî vê zêdekirina rageşiyê ya PDK'ê ya bi Tirkiyê re bi hevdemî rê li ber bertekên tund vekir. YNK'ê daxuyaniyek da û xwest ku hêzên leşkerî werin kişandin.

Polîtbûroya YNK'ê got, ''Di rewşeke wiha de ku hmeû cîhan li djî vîrûsa koronayê têdikoşe, PDK bi rê û rêbazên ne meşrû êrîşê tîne ser YNK'ê û rayedarên wê. Pêşî piştî girtina komeke hevalên me û malbatên şehîdan ên YNK'ê niha jî Wezareta Pêşmerge bi hinceta vîrûsa koronayê hêz şandiye ser Zînî Wertê.''

Di daxuyaniyê de hate gotin,''Em YNK bang li Serokê Herêma Kurdistanê dikin, ku fermandariya hemû pêşmergeyan e, li ser daxwaza gelê Zînî Wertê fermanê bidin ku hêzan vekişînin.'

Herî dawî  em bang li PKK'ê dikin ji bo ewlehiya gel û herêmê ji bo kesî nebe hincet hêzên xwe ji herêmê vekişînin.''

MESRÛR BARZANÎ HINCET ÇÊKIR, SÛCDAR KIR

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî weke ku bersivek be ji banga YNK'ê re got, komeke qeçaxçî hewl didin ku hin kesan ji herêmê derbas bikin, bi mebesta tevdîrê ya li dijî hêla vîrûsa koronayê hêzên pêşmerge şandine ser herêmê.

Barzanî got hêza pêşmerge ya ku şandine ne bi ser ti partiyeke siyasî ve ne, li ser helwestan jî got,''îsyana komekê li ya li dijî hikûmetê''. Barzanî yê ku hebûna leşkerî ya Tirk, dagirkeriya wê û xebatên wê yên îstîxbaratî jinedîtî ve hatî, got,''Em ê ti  caran qebûl nekin ku li Herêma Kurdistanê ji bilî hêzên resmî û yasayî ji ti hêzê re nebe navendek û biryara hikûetê asteng bike.'' Barzanî behs nekir bê ka kîjan hêzê destnîşan dike.