PDK bersiva daxwazên xelkê Zînî Wertê hê jî nedaye

Piştî bicihbûna hêzên PDK’ê ya li Zînê Wertê li ser navê xelkê Zînî Wertê û herêmê heyetek bi hêzên herêmê re civiyan û daxwaz kiribû ku ji herêmê vekişin. Welatiyan diyar kiribû ku hêza PDK'ê venekişin wê çalakiyên girseyî bikin.

Berî du rojan li ser navê gundê Dola Şawrê, Zînî Wertê, Gundê Pilingan, Herêma Raperîn û hemû gundên girêdayî Zînî Wertê piştî civînekê gihiştin wê biryarê ku ji ber ku herêm cihekî geştê û dîsa herêm aram bibe divê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) hêzên xwe ji herêmê vekişin. ji ber ku herêm cihekî geştê û dîsa herêm aram bibe.

Tevî du roj li ser hevdîtina li gel hêzên PDK’ê re hate kirin bûrî jî hê ti bersivek ne erênî û ne jî nerênî nehatiye dayîn. Her çendî di dema civînê de hêzên PDK’ê soza ku wê bersivekê bidin wan dabûn.

Berî niha jî dema welatiyan daxwazên xwe ragihandibû ku eger daxwazên wan bi cih neyên wê demek bêdayîn û şûnde ji bo ew hêz vekişin wê dest bi çalakiyên girseyî yên tevlîbûna xelkê herêmê lidar bixin.

Yek ji kesên li ser navê heyeta welatiyên Zînî Wertê ku daxwazên gel gihande hêzên PDK’ê ya li herêmê Kosret Xidir bi rêya telefonê li ser agahiyek têkildarî hevdîtinê hatiye yan ne û dîsa helwestên gel wê çibe agahî da ANF’ê û got: “Heta niha bersivek ji bo me nehatiye dayîn. Berê jî di civînê de me biryarek girtibû ku eger bersiva me neyê dayîn, em ê dest bi xwepêşandanekê û çalakiyên sivîl bikin.”