Partiyên Başûr: Dijmin sûdê ji nakokiyên me digire

Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê yên ku beşdarî şêwra yekîtiya neteweyî bûn diyar kirin ku herî zêde hêzên mêtinger sûdê ji parçebûna Kurdan werdigirin.

Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê yên ku beşdarî şêwra yekîtiya neteweyî bûn a ku di 15-16’ê Tîrmehê de KNK’ê li Silêmaniyê li dar xistibû, diyarkirin ku dema gelê Kurd bibin yek wê hêzdar bin û herî zêde hêzên mêtinger sûdê ji parçebûna gelê Kurd werdigirin.

Endamê Konseya Serokatiya Bizûtneweyî Îslamî Aram Kemal, Sekreterê Giştî yê Tevgera Dahatûyê ya Kurdistanê Semet Xoşnav û endamê Polîtburoya Partiya Komunîst a Kurdistanê Ebû Tara, têkildarî yekîtiya neteweyî pirsên ANF'ê bersivandin.

'DIVÊ PÊVAJOYA KONGREYA NETEWEYÎ DEST PÊ BIKE'

Endamê Konseya Serokatiya Bizûtneweyî Îslamî Aram Kemal diyar kir ku heke yekîtiya neteweyî pêk were wê destketiyên gelê Kurd mîsoger bibin û wê destketiyên nû jî werin bidestxistin. Kemal got, "Em Bizûtneweyî Kurdistan qîmeteke mezin didin xebata KNK’ê. Li vê derê partiyên siyasî jî nêzî hev dibin. Kesên serbixwe jî tên projeyên xwe pêşkêş dikin. Hêvîdar im wê pêvajoya kongreya neteweyî dest pê bike."

Kemal diyar kir, ku gelê Kurd bi rêya diyalogê dikare kêşeyên xwe çareser bike û got, "Em dixwazin gelê Kurd werin ba hev û pêvajoya diyalogê bidin destpêkirin. Gelê Kurd bi tu awayî ne dijminên hev e. Em bi hev re xurt in."

'DIJMIN SÛDÊ JI NAKOKIYÊN ME DIGIRE'

Sekreterê Giştî yê Tevgera Dahatûyê ya Kurdistanê Semet Xoşnav jî got, "Dijmin sûdê ji nakokiyên di navbera Kurdan de digire. Hêzên me yên leşkerî ji bo heman armancê têdikoşin. Divê em jî ji bo heman armancê têbikoşin û hêzên xwe bikin yek. Divê yekîtiya neteweyî nebe armanca partî an jî hêzekê. Divê bibe hedefa bingehîn a hemû hêzan"

'DIJMIN DEMA ÊRÎŞ DIKE, ME HEMÛYAN DIKE HEDEF'

Xoşnav wiha dewam kir; "Dijmin dema êrîşî yekî ji me dike, a rast me hemûyan dike hedef. Em îro li Efrînê binihêrin. Ma dewleta Tirk îro bi tenê êrîşî Efrîn û Rojava dike? Na, êrîşî her çar parçeyên Kurdistanê dike. Divê em jî xwediyê heman helwestê bin. Helwesta hevpar jî bi yekîtiya neteweyî û kongreya neteweyî pêk tê."

KÊŞEYÊN XWESER ÊN PARÇEYAN HENE

Endamê Polîtburoya Partiya Komunîst a Kurdistanê Ebû Tara jî got, "Gelê me yê Rojava bi berdêlên mezin, hin maf bi dest xistine. Ev ji bo me hemûyan şerefek e. Li Bakur dewleta Tirk gelê me qir dike, gund û bajarê wan dişewitîne û ber bi krîzeke mezin diçe. Ne mumkun e ku ev tişt wisa bidome. Li Îranê jî heman polîtîkaya wekî ya Bakur heye. Li Başûr jî kêşe navxweyî ye. Divê em li ser van tiştan bisekinin û projeyên hevpar amade bikin."

Ebû Tara diyar kir ku him gel û him jî partiyên siyasî  eleqeyeke mezin nîşanî xebatên yekîtiya neteweyî ya KNK’ê daye û got, "Divê em ji bîr nekin ku KNK ne parlementoyek e û ne dewletek e. Ji bo avakirina projeyên hevpar me KNK ava kiriye. Di vê komxebatê gelek daxwaz tê kirin, divê bila KNK gelek tiştan bike. Ev tişt hesreta gelê me ya ji bo yekîtiyê ye."