Partiyên Şengalê bi hev re tevlî hilbijartinê dibin

Çar partiyên Êzidî yên li Şengalê hevpeymanek îmze kirin û biryar dan, ku bi hev re tevlî hilbijartinên wîlayetan ên Iraqê bibin.

Li Iraqê di 1'ê Nîsana 2020'an de, wê ji bo meclîsên parêzgehan hilbijartin bê kirin..

Wek li tevahiya Iraqê, li Şengalê jî, ji bo nûnerên civaka Êzidî di meclîsa parêzgeha Mûsil ango Nînowa de cihê xwe bigirin, liv û tevgereke partiyên êzidiyan jî heye.

Di vê çarçoveyê de doh li Nehiya Sinûnê ya Şengalê, 4 Partiyên Êzdiyan li hev civiyan.

Di civînê de serokên Partiya Azadî û Demokrasiya Êzdiyan-PADÊ, Partiya Pêşverû a Êzdiyan, Partiya Demokratiya Êzdiyan û Tevgera Êzdiyan ji bo Çareserî û Pêşketinê amade bûn.

Partiyên Êzidiyan piştî lihevkirina li ser sê xalan, pevpeymanek îmze kirin.

Li gorî vê;

Wê ev her çar partiyên Êzidiyan, bi hev re beşdarî Hilbijartinên Iraqê yên parêzgehan û ya giştî bibin.

Her wiha lihevhatekirin, ku ji bo hêzeke Êzdiyan a hevbeş bê avakirin, bi hev re kar û xebat bên kirin..

Xaleke din, a ku li ser hatiye lihevkirin jî, ji bo îdareyek Fermî ya Şengalê, bi rêkûpêkkirina kar û xebatên hevbeş e..