Parlementerê HDP’ê Îpekyuz: Wê desthilatdariya heyî têk biçe

Parlementerê HDP’ê Necdet Îpekyuz di fitara Mêrdînê de axivî û got, “Em ê bi Partiya Çep a Kesk re desthilatdariya heyî têk bibin.”

Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên xwe Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYADER), bi beşdariya sedan kesî li Mêrdînê bernameya fitarê li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî, namzetên Partiya Çep a Kesk, rêveberên komeleyên Suryanî û alimên olî di fitarê de amade bûn.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag beriya fitarê axivî û anî ziman u Rojhilata Navîn ji pêvajoyekî girîng re derbas dibe û got: “Di pêvajoya pêşiya me de wê gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn zemînekî ku bi hev re bijîn, bi dest bixin. “

Piştre Parlementerê HDP’ê yê Êlîhê Necdet Îpekyuz axivî. Îpekyuz, anî ziman ku HDP tevî gef û êrîşên girtine li ber xwe dide. Îpekyuz diyar kir ku Partiya Çep a Kes li hemberî hewldanên girtina HDP’ê weke rêyeke nû derketiye û got,  “Em ê bi Partiya Çep a Kesk re, desthilatdariya heyî têk bibin. Armanca me ya hilbijartinan ev e; eger li vî welatî aşitî û wekheviyê bixwazin, pêwîstiya me bi hevgirtinê heye.”