Parlementera Iraqê Yûsra Recep serdana Şengalê kir

Parlementera Iraqê Yûsra Recep û şandeya pêre serdana Şengalê kir û li gel rêveberên MXDŞ’ê civiya.

Serdanên piştevaniya ya bi civaka Êzidî ya li Şengalê ji bo xweserî û statûyê bê navber dewam dike.

Di vê çarçoveyê de Parlementera Iraqê û endama Desteya Mafê Mirovan a Iraqê Yûsra Recep bi şandeya pêre serdana Şengalê kir.

Yûsra Recep û şandeya li gel li navenda Şengalê bi nûner û rêveberên MXDŞ’ê re civiyan.

Di civînê de bal kişandin ser rewşa niha ya li Şengalê. Yûsra piştevaniya xwe ya ji bo daxwazên Şengalê nîşan da û got: “Daxwazên Şengalê hiqûqî ne û li gorî yasaya Iraqê ye. Yasayên Iraqê rê dide ku Şengal xwe bi xwe xwe rêve bibe û xweser bin.”

Receb anî ziman ku wê ew jî li Parlementoya Iraqê daxwazên Şengalê vebêjin ji bo civaka Êzidî bigihêje statûya xwe.

Şandeya bi pêşengtiya Yûsra Receb wê heta sibe li Şengalê be û li bendê ye ku li gel saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê yên din jî bicive.