Parlamenterên HDP'ê li astengiya polîsan nealiqîn

Parlamenterên HDP'ê yên Dîlok û Rihayê li astengiya polîsên Tirk nealiqîn û ji bo Leyla Guven dimeşin ber bi Amedê ve.

Parlamenterên HDP'ê Mahmût Togrûl, Omer Ocalan, Nûsrettîn Maçîn û Ayşe Surucu, ji bo destekê bidin Leyla Guven a 99 roj in li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye, ji Dîlokê ber bi Amedê ve bi rê ketin. Meşa parlamenteran li Curnê Reş dewam kir.

Wekîlan doh bi şev li Rihayê bêhn vedan û danê sibehê berê xwe dan Curnê Reş. Dema ku parlamenter ji Rihayê derketin û gava gihîştin Curnê Reş ji aliyê polîsan ve bi hinceta kontrola GBT'ê hatin rawestandin. Wekîlan li gel astengiya polîsan jî xwe gihandin Curnê Reş û li avahiya HDP'ê ya navçeyê bi gel re civîn pêk anîn.

BER BI GIRÊ SOR Û AMEDÊ VE

Tevî astengiya polîsan jî parlamenterên HDP'ê li sûkê dest bi meşê kirin. Piştre li wesayitan siwar bûn û berê xwe dan Girê Sor (Sêwereg).

Parlamenter wê li Girê Sor jî bi gel re civînê bikin û piştî meşa li sûkê wê berê xwe bidin Amedê.