Parêzera ku êşkenceya bi kûçikan eşkere kir, kete ber lêpirsînê

Di 26'ê Hezîranê de polîsan avêtibûn ser mala endama Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê Sevîl Rojbîn Çetîn û bi kûçikan êşkence lê kiribûn. Parêzer Gulistan Ataş ku êşkence eşkere kiribû, kete ber lêpirsînê.

Polîsên AKP'ê di 26'ê Hezîranê de avêtibû ser mala Endama Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê Sevîl Rojbîn Çetîn a li Amedê û li hundirê malê êşkence lê kiribûn. Di dema sergirtinê de polîsên tîmên taybet bi kûçikan êriş kiribûn û kûçikan dev li zik û lingên Çetîn kiribûn. Wêneyên vê yekê jî di çapemeniyê de hatibûn weşandin.

Parêzer Gulistan Ataş ku ji bo şopên êşkenceyê yên li Çetîn bike belge di dema hevdîtinê de wêneyên wê kişand, polîsan hewl dabûn ku wê jî asteng bikin. Çetîn piştre ji hevdîtina bi parêzera xwe Ataş hatibû revandin û li odeyeke edliyeyê hatibû bicihkirin. Li ser israra Ataş û parlamenterên HDP'ê yên Amedê Dersim Dag û Semra Guzel, Çetîn ji wê odeyê hatibû derxistin. Çetîn ji emniyeta Amedê sewqî emniyeta Mêrdînê hatibû kirin. Parêzera Çetîn Ataş dema ku ji bo dîtina muwekîleke xwe ya din çû emniyeta Amedê, li wir polîsan xwestin îfadeya parêzer Ataş werbigirin. Lê belê piştî ku Ataş diyar kir ku ji bilî dozger kes nikare îfadeya wê bigire, di 27'ê Hezîranê de bi hinceta ku êşkenceya li Çetîn bi belge kiriye, polîsên siyasî yên li Amedê giliyê wê kirin.

Li ser vê yekê Wezareta Edaletê jî têkildarî parêzera Ataş dest bi lêpirsînê kir.

PARÊZER ATAŞ: NE LÊPIRSÎN, LÊ BÛYERÊN DIQEWIMIN MIROVAN DIÊŞÎNIN

Parêzer Ataş têkildarî lêpirsînê axivî û got, "Min wezîfeya xwe ya parêzvaniyê bi cih anî. Belgekirina êşkenceyê berpirsyariyeke qanûnî û mirovî ye. Di vê mijarê de diviyabû hêzên ewlehiyê têkildarî yên ku êşkence li muwekîla min kirin, dest bi karên qanûnî kiribûna. Lê belê li şûna vê yekê pêşî li parêzera ku êşkence bi belge kir girtin û ew kirin hedef. Lê belê bila bê zanîn ku ez ne ji ber lêpirsînê, lê ji ber sûcê êşkenceyê yê ku li muwekîla min hate kirin û ji ber hewldana nixumandina vî sûcî xemgînim."