Ozturk: Dixwazin HDP’ê bigirin lê ev tişt ne hêsan e!

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di Nobeta Demokrasiyê de li Amedê axivî û got “Hewl didin HDP’ê bidin girtin lê ev tişt ne hêsan e. HDP gel e.”

Di 19’ê Tebaxê de şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ji aliyê dewleta Tirk hatibû desteserkirin. Li hemberî vê desteserkirinê nobeta demokrasiyê hatibû lidarxistin, nobeta demokrasiyê di roja 18’an de didome.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, endamên dîwana hevserokatiya KCD’ê, parlementerên HDP’ê Remziye Tosûn, Mûsa Farisogûllari, Îmam Taşçier, Salîha Aydenîz, Dayikên Aştiyê, hevşaredarên HDP’ê û endamên TJA’yê jî tê de bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn.

Girseya li qadê sloganên ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ û ‘Amed ya me ye’ berz dikin.

Çalakî bi çepik û pîspîskan saet di 11.00’an de dest pê kir û li ser kursiya serbest gel fikrên xwe tîne ziman.

Hevseroka Bajêr a HDP’ê Hulya Alokmen Ûyanik di çalakiyê de bal kişand ser polîtîkayên qeyyûm û got “Helwesta me rast e. Gelê Amed, Mêrdîn û Wanê îradeya hemû Tirkiyeyê ye.”

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî diyar kir ku polîtîkayên wezîfedarkirina qeyyûm dûmahîka dagirkeriya Efrînê ye.

Ozturk got “Bi mantiqa dewleta dagirker şaredarî tên dagirkirin û naxwazin gelê Kurd bi ser bikeve. Divê em li hemberî vî tiştî bibin yek. Kesên ku azadî û demokrasiyê diparêzin divê li hemberî vî tiştî derkevin. Li hemberî faşîzmê divê em bibin yek.”

Ozturk bal kişand ser çalakiyên malbatên ku bi îddîaya zarokên wan birine çiyê jî got ku “Armanca wan girtina HDP’ê ye. Heke emniyet dizane zarok birine ku derê, gelo çima mudaxele nake? Bi vî tiştî re dixwazin HDP’ê bidin girtin. Lê HDP gel e. Dixwazin bi rêya hiqûqê HDP’ê bigire lê ne hêsan e. HDP azadî û demokrasiyê diparêze.”

Nobet piştî çalakiya rûniştinê ya pênc deqîqeyan bi dawî bû.