Osman, nîqaşên li ser daliqandina ala herêmê li Kerkûkê û biryara redkirinê ya Parlamenta Iraqê ji ANF'ê re nirxand. Osman diyar kir, biryara parlamentê qanûnî nîne û got, "Ev biryar derbasdar nîne."
Osman got, "Li gorî me ev biryar ji derveyî hibra li ser kaxezê, ti wateya xwe nîne. Ne ti hêz, dewlet û ne jî ti kes êdî nikare ala Herêma Kurdistanê li ser saziyên Kerkûkê bîne xwar. Ev biryara ku li parlementa Iraqê hatiye girtin ne qanûnî, ne demokratîk û ne jî heq bû."
'BIRYARA PARLAMENTÊ QANÛNÎ NÎNE'
Mihemed Osman ragihand, rûniştina duh a li ser alê ya li parlamentê, li dijî xala 6. a qanûna civînê ye û got, "Serokê parlamentê ev mijar xist rojevê. Di destpêka civînê de hinekî alozî derket. Me jî xwest, ev kar li gorî qanûnan bê kirin. Me got, ancax bi vî rengî dikare zelal bibe, bê biryara li ser Kerkûkê li gorî Destûra Bingehîn e yan na. Li ser vê yekê ew razî nebûn û gotin em ê niha bixin dengdanê. Her çendî me nerazîbûna xwe jî diyar kir, ev pêkanîn li dij qanûnê ye."
Osman nerazîbûn nîşanî biryara parlamentê da û wiha dewam kir: "Li ser vê yeke ez ber bi serokê parlemetê çû min got, 'nîvê xaka Iraqê di bin lingê hêzên dagirker ên Tirk de ne û çima heta niha hûn tiştekê nakin'. Parlementerên Kurd jî rabûn û ji bo serokê parlementê gotin, 'gelek alên welatên derdor ên ji derveyî Iraqê li Iraqê hene û heta wêneyên gelek rêveberên cuda hatine bilindkirin. Heta dewlemendiyên ser erd û bin erd ên vî welatî hemû diçe ji derve. Çima li beramberî vê tiştekî nakin. Tenê çavê we bi ala Kurdistanê ketiye'. Piştî van gotinan hemû parlemeterên Herêma Kurdistanê yên li Parlemeta Iraqê rûniştin boykot kirin û derketin derve. Yên mayîn li gel Ereb û Tirkmenan li dijî bilindkirina ala herêma Kurdistanê ya li Kerkûk dengên xwe dan."
Osman li ser biryara hatî girtin wiha got: "Li gorî me ev biryar ji derveyî hibra li ser kaxezê ti wateya xwe nîne. Ne ti hêz, dewlet û ne jî ti kes êdî nikare ala Herêma Kurdistanê li ser saziyên Kerkûkê bîne xwar. Ev biryara ku li parlementa Iraqê hatiye girtin ne qanûnî, ne demokratîk ne jî heq bû. Şaştiye mezin îro hate kirin. Em ê li dadgeha bilind giliyê vê bikin û biryara hatî dayîn ti bandoriyê li ser bilindkirina ala Kurdistanê ya li ser avahiyên Kerkûkê nake."
Parlamenterê YNK’ê yê Parlamenta Iraqê Mihemed Osman bibîr xist, li gorî destûrê nabe ku bikaribin alê bînin xwar û diyar kir, madem li gorî destûrê ye ti hêz nikare alê daxe. Osman destnîşan kir, ew bi ti awayî rê nadin ku tiştekî bi vî rengî bê kirin û got: "Berevajî vê em ê daxwaz bikin ku li cihên din ên Kerkûk û derdora wê ku al lê nehatî bilindkirin, bê bilindkirin."
'BILA DEWLETA TIRK DI DESTPÊKÊ DE XWE YÊN NAVXWEYÎ ÇARESER BIKE'
Mihemed Osman têkildarî daxuyaniyên hikûmeta Tirk û wezîrên wê jî ev tişt anî ziman: "Hikûmeta Tirkiye ti mafekî wê yê bi vî rengî nîne. Nikare li şûna Encûmena Bajarê Kerkûkê biryar bide. Encûmena Bajarê Kerkûkê nûnerê gel e, maf wan e ku her tişta pêwîst ji bo gel bike. Şaşitiyeke mezin e ku Tirkiye xwe bike nava vê pirsgirêkê re. Ti mafê wan li ser Kerkûk û Iraqê nîne. Bila hewl bide pirsgirêkên nav xwe çareser bike. Bila binpêkirinên mafan ên li Tirkiye bi taybet li Bakurê Kurdistanê çareser bike. Ne ku li ser welatên derve biryar bide û xwe têkelî karê wan bike. Ji derveyî gotinên vala ti wateya gotinên hikûmeta Tirkiye nîne. Ev biryar biryara gel e, daxwaza gel a ji Encûmana bajarê Kerkûkê kirine."
Parlamenterê YNK'ê Mİhemed Osman herî dawî got, "Bila herkes vê baş bizane, ev mafê me ye, tenê me daxwaza mafê xwe kiriye. Ev biryara me jî di çarçoveya destûrê de ye. Ti şaştiyên derqanûnî û dij yasayî nehatiye kirin. Eger ku dibêjin kêmasî hatiye kirin, dadgeh heye, bila serî li dadghehê bidin, wê rewşê fêhm bikin. Di nava destûra Iraqê de madeyek heye bi navê madeya 140. Hê jî li ser vê madeyê nakokî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê de hene. Li gor vê madeyê heta ku çareser nebe dibe ku ev navçe û bajarê li vê bendê de cih digirin, her du alî li gorî erkên xwe karê xwe bimeşînin, heta ku Kerkûk li ser herêmê dimîne ya jî girêdayî Iraqê dibe. Wê demê gel çi biryar bide em ê rêz jê re bigirin."