Omer Ocalan: Li Kurdistanê tevdîr nayên girtin

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku li Kurdistanê dewlet ti tevdîrên şewba koronavîrûsê nastîne û bal kişand ser rîska mezin a li ser girtîgehan. Omer Ocalan got, "Divê bêyî cihêkarî bê kirin girtiyên siyasî hemû bên berdan."

Li tevahiya cîhanê şewba Covid-19 roj bi roj belav dibe û hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Vîrûsê bandoreke giran li Tirkiyeyê jî kiriye.

'LI KURDISTANÊ TEVDÎR NEHATINE GIRTIN'

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan der barê tevdîrên li Rihayê, girtîgehan û polîtîkayên hikûmet li Kurdistanê dimeşîne axivî. Ocalan anî ziman ku li Kurdistanê dewlet ti tevdîran nastîne û gelê Bakurê Kurdistanê bi şewba koronavîrûsê re rû bi rû hiştiye. Ocalan da zanîn ku li gorî bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê mixabin xebatek hevbeş nayê meşandin û wiha axivî: "Weke her gavê dewlet bi rengekî cuda nêzî Kurdan dibe. Li nexweşaneyên herêmê cihê ku mirov bêhnê bistîne tineye û mirov li pişt hev tên girtin. Ev jî dibe ku vîrûs li gelek mirovan belav bibe. Li cihê ku nexweşên diçin nexweşxaneyê bên tedawîkirin, nexweş nexweşiyê belav dikin. Ji ber ku ti tevdîr nehatine girtin, şert û mercên nexweşxaneyan gelek xirab e. Riha bajarek mezin ê Kurdistanê ye û hejmara şêniyên wê zêdetirî du milyonan e. Li gel ku bajarek mezin e jî ti tevdîr nehatine girtin û der barê vê rewşê de jî her roj welatiyên me li me digerin û agahiyê didin me. Di ketina Rihayê de polîsan bend danîne û ji ber bendê bi hezaran wesayît li pey hev kom bûne û ev jî rewşa heyî xeter dike. Di her alî de welatiyên me hatine tengavkirin. Li Rihayê nexweşxaneyê hene têr nake û hemû jî tijî kêmasî ne."

'KÎTÊ TESTÊ TINE YE'

Ocalan destnîşan kir ku li gel hejmara zêde ya Rihayê kalepîr in jî ti kîtê testê tine ye û wiha berdewam kir: "Hejmarek zêde ya welatiyên me ji Umrê hatine û bê ku werin kontrolkirin ketine nava civakê. Ev jî dibe sedema ku nexweşî gav bi gav belav bibe. Li taxek Bêrecûkê welatiyek me ji ber şewba korona jiyana xwe ji dest da. Li Rihayê dema welatî ji ber şewba korona jiyana xwe ji dest didin di raporê de weke ji nexweşiyek din jiyana xwe ji dest daye nîşan didin. Mînak, weke nexweşê zature û her weke din nîşan didin. Li gel şewba korona li Rihayê belav bûye jî ti tevdîr nehatine girtin. Daxuyaniyên wezîrê tenduristiyê bi guman in. Daxuyaniyê wan jî didin diyar kirin ku ti tevdîr tineye li Kurdistanê. Gelê Rihayê niha li hindir e û gelek ji wan jî ji ber debara jiyanê neçar in li derve de bixebitin. Karker û xebatkar divê demê de neçar in bixebitin ku ti rêyên debariya jiyanê tine ye."

QANÛNA ÎNFAZÊ

Omer Ocalan bal kişand ser qanûna bikeyskirina înfazê ya ji aliyê AKP-MHP'ê ve pêşniyarî meclîsê hat kirin û wiha got: "Niha hemû cîhan bi koronayê mijûl e û cihên herî bi rîsk jî girtîgeh in. Niha di rojeva desthilatdariyê de qanûna înfazê heye. Li gelek welatan ji ber metirsiya korona girtiyên siyasî jî di nav de serbest hatin berdan. 90 ji sedî yê girtiyên siyasî yên Kurd in û kesên têkoşîna Kurdan dimeşînin. Ji ber vê yekê AKP-MHP naxwaze siyasetmedar û têkoşerên Kurd ji girtîgehan derkeve. Di vê qanûnê de jî heta dawiyê wekhevî tune ye û ev qanûn tenê ji bo kujer, tecawûzkar û kesên sûcê li dijî mirovahiyê dike derbas dibe. Ev bi awayek vekîr dijminataya li dijî Kurdan e. Li seranserî cîhanê felaket rabûye û her kes ketiye derdê canê xwe, AKP jî ketiye li pey dijminatiya Kurdan. Girtiyên di girtîgehan de ji ber şert û mercên nebaş tenduristiya wan jî zêde ne baş e. Têra xwe alavên paqijiyê nadin wan. Ew mirov di bin berpirsiyariya desthilatdariyê de ne. Eger vîrûs belav bibe desthilatdarî nikare bêje ez ne berpirs im. Ji jiyana hemû girtiyan berpirs e. Divê demildest gav bê avêtin. Divê raya giştî jî bi hestiyarî tevbigere."

'ÎMRALÎ DI RÎSKÊ DE YE'

Parlamenter Omer Ocalan anî ziman ku Girtîgeha Îmraliyê jî di nav vê rîskê de ye û got: "Gelê Kurdistanê li seranserî cîhan û çar parçeyên Kurdistanê Rêber Abdullah Ocalan weke îradeya xwe dibîne. Rol û mîsyona Birêz Ocalan a ji bo çareseriyê li holê ye. 21 sal in Birêz Ocalan li Îmraliyê di bin şert û mercên herî giran de tê girtin. Ji ber şewba koronavîrûsê girtîgeha Îmraliyê di rîskê de ye. Temenê Birêz Ocalan jî 71 salî ye û ji ber vê yekê jî ew di bin rîskê de ye. Divê dewlet ji vê nêzîkatiya xwe ya şaş vegere û demildest şert û mercên Îmraliyê baş bibe. Li gorî qanûnên Tirkiyeyê divê kesên girtî du hefteyan carekê bikare bi telefonê bi malbata xwe re baxive. Bi salan ev mafê Birêz Ocalan ji dest hatiye girtin. Niha ti agahiya me ji Birêz Ocalan tine ye û em bi fikar in. Divê dewlet bi erzanî nêzî Birêz Ocalan nebe. Ji ber ku ew Rêberê gelan e. Divê Tirkiye li gorî qanûnê xwe û navneteweyî tevbigere.

Divê saziyên mafên mirovan diparêz in û CPT rol û mîsyona xwe bilîz e. Birêz Ocalan tenê weke şexs xwe temsîl nake, Birêz Ocalan mîlyonan mirovî temsîl dike. Divê di vê çarçoveyê de CPT Tirkiyeyê hişyar bike. Dema ku em li tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan dinêrîn û dibînin ku CPT ji pîvanên xwe dûr ketiye. Divê her kes rol û mîsyona xwe bi cih bînin. Divê CPT jî li hemberî vê zilm û zorê jî derkeve. Divê li hemû girtîgehan ji ber vê belaya koronavîrûsê bikeve dewrê."