Omer Ocalan ji bo 4’ê Nîsanê bang kir

Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku têketina Amarayê bi fermana Wezareta Karê Navxweyî hatiye qedexekirin. Ocalan got ku “Di 4’ê Nîsanê de em xwedî li hebûna xwe derkevin.”

Bi nêzikbûna 4’ê Nîsanê ya ku Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, walîtiya Rihayê di navbera 1-6’ê Nîsanê de hemû çalakî û daxuyanî qedexe kir. Taxa Amara ya ku Ocalan lê ji dayîk bûye jî, ji aliyê polîs û leşkeran ve dora wê hatiye girtin û têketina li Amarayê hatiye qedexekirin. Parlementerê Rihayê yê HDP’ê Omer Ocalan xwest biçe Amarayê lê li Taxa Erah a ku 3 kîlometreyan dûrî Amarayê ye, hate astengkirin. Ocalan diyar kir ku ji wî re hatiye gotin “Wezareta Karê Navxweyî biryar daye. Navê te jî tê de ye. Ji ber vê jî tu nikarî biçî taxê.”

‘EM 4’Ê NÎSANÊ PÎROZ BIKIN’

Omer Ocalan diyar kir ku 4’ê Nîsaê tê wateya vejînan gelekî û got ku “Divê gelê me li gorî 4’ê Nîsanê pîrozbahiyan bike. Ji ber ku em ji her demê xurttir in. Bi vê wesîleyê divê tecrîd were şikandin. Hêza Ocalan ya li ser gelê Kurd û li ser raya giştî ya navneteweyî tê zanîn. Em bang li gelê xwe dikin, di 4’ê Nîsanê de em xwedî li hebûna xwe derkevin.”