Omer Ocalan: Hûn nikarin bi vî gelî!

Li Mêrdînê di çalakiya protestokirina qeyyûm de parlementerê HDP’ê Omer Ocalan got “Wê hikumet poşman bibe. Hûn ê nikaribin bi vî gelî bi paş ve gavan bidin avêtin.”

Piştî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê xwepêşandanên protestoyê di roja 13’an de didome.

POLÎSAN ASTENG KIR

Li Mêrdînê nobeta berxwedanê li Parka Karayollari hate lidarxistin. Parlementerên HDP’ê, hevşaredar û gel tevlî daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê komê bi qasî saet û nîvekê çalakiya rûniştinê li dar xist lê polîsan ew asteng kir.

Di nobetê de sloganên ‘Em natirsin û bêdeng namînin’, ‘Mêrdîn ya me ye’ û ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ hate berzkirin. Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan daxuyanî da.

OMER OCALAN: EV GEL BI PAŞ VE GAVAN NEAVÊJE

Omer Ocalan got ku ev hikumet ji ber gavên şaş wê di demên pêş de poşman bibe û got “Bi tirs, heqaret û zilmê hûn nikarin bi vî gelî. Nûnerên vî gelî her dem li vir in. Em ê her dem berteka xwe ya demokratîk, li ser zemîna demokratîk bidin diyarkirin. Em ê li her derê dengê xwe bilind bikin. Sibê jî li Qoserê em ê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de werin ba hev. Em banga tevlêbûnê li hemû gelê xwe dikin.”

Piştî daxuyaniyê kom bi slogan û çepikan derbasî avahiya Rêxistina Bajêr a HDP’ê bû.