OHD û MED TUHAD FED ji ber êşkenceya li girtiyan gilî kir

OHD û MED TUHAD FED têkildarî girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê li dijî sererastkirina qanûna înfazê ku mafê xwe yê protestoyê bikar anîn û sirgûnî Girtîgehên Amedê hatin kirin û hatin êşkencekirin, giliyê sûc kirin.

Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Cezaxwariyan a Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî êşkencekirina girtî û hukimxwariyên li dijî pêşnûme qanûna cezayê înfazê ya desthilata AKP-MHP’ê ku ji ber vîrûsa Korona girtiyên siyasî derveyî vê hiştin, xwepêşandaneke protestoy lidar xistin, li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê sûc kir.

OHD û MED TUHAD FED diyar kir ku piştî xwepêşandanê girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê sirgûnî Girtîgeha tîpa T a Hejmar 4 a Amedê hatiye kirin  û li wir hatine derbkirin. Li ser vê yekê OHD û MED TUHAD FED bi hinceta ku qanûna êşkenceyê hatiye binpêkirin giliyê sûc li Serdozgeriya Komarê ya Amedê kir. Di derbarê personel û gardiyanên ku tevlî bûyerê bûne bi ‘êşkence, ne agahdarkirin ji sûc û erka xwe xirab bikaranînê’ bi lêpirsînekê bên cezakirin.