OHD: Ji bo Îpek û malbata wî em ê serlêdanên hiqûqî bikin

Navenda Giştî ya OHD'ê bal kişand ser şandina cenazeyê gerîlayê HPG'ê Agît Îpek bi rêya postayê û diyar kir, li dijî vê yekê wê li qada neteweyî û navneteweyî bikeve nava hewldanan.

Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan bi daxuyaniyekê bi bîrxist ku rayedarên dewletê bêyî ku agahiyê bidin malbatê Gulana 2019'an mînaka DNA'yê ji malbatê girtin û diyar kir, "Tevî ku DNA li hev hat jî cenaze radestî malbatê kirin. Di 2'ê Adara 2020'an de cenazeyê Agît Îpek ji aliyê Serdozgeriya Tûncelî ve bi rêya kargo ya PTT'ê ji malbata wî ya li Amedê re hate şandin."

'EV ÊŞ NÎŞANEYA ÎNKARKIRINA KURDAN E'

Di daxuyaniya OHD'ê de hate gotin, "Dîmenê cenazeyê di paketa kargo de ya di destê dayika wî de nîşan dide ku nebaşî çiqasî ji rêzê bûye, kiryarên li dijî mirovahiyê çiqasî sînoran nas nakin."

Di daxuyaniyê de hurmeta li miriyan hate bibîrxistin ku mîrateya mirovahiyê ye û hate gotin, "Lewma ev êşka ku dan dayikekê tê wateya înkarkirina topyekûn a hebûna gelê Kurd. Bi navê Hiqûqnasên Azadîparêz em ê li dijî vê kiryara li dijî malbata Îpek hem li qada neteweyî hem jî li qada navneteweyî serlêdanan bikin û daxwaza hesabpirsînê ji berpirsyaran bikin."