Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê çû serdana Yekîtiya Parlamenterên Başûrê Kurdistanê

Îro şandeyek ji Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çû serdana Yekîtiya Parlamenterên Başûrê Kurdistanê û polîtîkayên PDK’ê yên li hemberî Kurdên Bakurê Kurdistanê û rewşa herêmê nîqaş kirin.

Şandeyek ji Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê ku ji Nahîde Ermîş, Rûkiye Mercan û Hîkmet Hatîp pêk dihat çû serdana Yekîtiya Parlamenterên Başûrê Kurdistanê (YPK). Heyet ji aliyê Serokê YPK’ê Cemal Qasim, cîgerê wî Kerîm Bahrî, Berpirsê Têkiliyên Derve Abdurrahman Alî Kurdê û endamê Komîsyona Bilind Kardo M.Pîrdawûd ve hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de rewşa çar parçeyên Kurdistanê, encamên dawî yên hilbijartinan û avakirina hikûmeta Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Li gel rewşa giştî ya Iraq û Başûrê Kurdistanê, zextên li ser Kurdên Bakur ên li Başûrê Kurdistanê dijîn û pirsgirêkên Kurdên Bakur ên di demên dawî de dijîn hatin nîqaşkirin. Pirsgirêka bicihbûnkirin û îqamê yên welatiyên Bakur li li Hewlêrê hatin nîqaşkirin. Her wiha Yekîtîya Parlementerên Kurdistanê diyar kirin ku ew ê ji bo çareseriyekê ji rewşa Kurdên Bakurê Kurdistanê yên li Başûre Kurdistanê jiyan dikin re bê dîtin, erênî nêz bûn û anîn ziman ku ew vê rewşê dişopînin.

Hevdîtin di atmosfereke erênî de derbas bû.