NPG'ê hêzên gerîla yên li eyaleta Xakurkê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), ji ber çalakiya li girê Lêlîkanê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker, hêzên gerîla yên li Xakurkê pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), ji ber çalakiya mezin a 27'ê Nîsanê ya li girê Lêlîkanê ku derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker hate xistin, fermandar û şervanên li Xakurkê pîroz kir.

Peyama fermandariyê wiha ye:

"Li dijî dagirkeriya hêzên Tirk ên mêtinger, li herêma Lêlîkanê ya Başurê Kurdistanê ev demeke hêzên we çalakiyan li dar dixin. Her yek ji van çalakiyan watedar û hêja ne.

Herî dawî 27'ê Nîsana 2018'an, hêzên we yên eyaletê danê nîvro saet 12'an li dijî hêzên dagirker ên li Lêlîkanê operasyoneke şoreşgerî kirin. Ji aliyê taktîk, rêbaza lêdanê û ruhê êrîşê yê serdemê ve ev operasyon gelekî dagirtî û serketî bû. Operasyona şoreşgerî ji gelek baskan ve hate kirin û bi dayina şehîdekî derbên girîng li dijmin hatin xistin. Ev yek asta serketinê ya çalakiyê radixe pêş çavan. ji ber vê çalakiya girîng a serketî, em fermandariya we, di şexsê fermandariya we de hemû fermandar û şervanên hêja yên tevlî çalakiyê bûne û hemû hêzên li eyaleta we pîroz dikin. Em hevrê Serdem Pîr bi bîr tînin ku di vê çalakiyê de destana lehengiyê afirand û gihîşt asta şehadetê. Di xeta Rêbertî de li ser şopa şehîdên leheng em ji hemû hevrêyan re serketinê dixwazin û bi coşa şoreşgerî we hemûyan silav dikin."