NPG'ê gerîlayên tevlî çalakiya Bêzokê bûn pîroz kir

Fermandariya Biryargeha NPG'ê gerîlayên tevlî çalakiya li dijî Qereqola Bêzokê bûn, pîroz kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em hevrêyên Apoyî yên fedayî ku tevlî vê çalakiyê bûne û ev çalakî bi şêweyekî afirîner pêk anîne careke din pîroz dikin."

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), bi wesîleya çalakiya dijî Qereqola Bêzokê, peyameke pîrozbahiyê ji Fermandariya Eyaleta Avaşînê re şand.

Peyam wiha ye:

" Çalakiya ku hêzên we yên eyaletê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager-Sehîd Ronya de roja 4'ê Gulanê saet 14:10'an li dijî ewlekariya Qereqola Bêzokê pêk anîn, çalakiyeke serketî û encamgir e. Ev çalakî di çarçoveya perspektîfa jinûve avabûnê de li rebaza çalakiyê ya serdema nû tê. Em hevrêyan hemûyan ên tevlî vê çalakiyê bûne û fermandariya we ji dil pîroz dikin.

Plankirin û pêkhatina çalakiyê bi wêrekî û afirîneriyeke xurt re bûn yek û bi vî rengî encam wergirt. Di vê çalakiya operasyonî ya şoreşger de ku di nava rojê de pêk hat, bêyî ku windahî bê dayin çûne ser cenazeyên dijmin, 5 çekên ferdî yên G3 û çekek BKC, bi giştî 6 çek û malzemeyên van çekan hatine desteserkirin. Bi lez û tempoyeke bilind di nava 5 deqeyan de bêyî ku windahî û birîndar çêbibin, çeperên dijmin hatin rûxandin. Ev performans nîşan dide ku dema ruhê fedayî yê Apoyî bi afirîneriya taktîkî re bibe yek wê çawa encamê bigire.

Wezareta Parastinê ya Milî ya Tirk mîna her carê, ji bo tengaviya xwe ya li pêşberî vê çalakiyê veşêre û rêbaza rûxandinê û ruhê êrîşê yê bilind ê gerîla ji aliyê civakê ve neyê dîtin, bi şêweyê 'Di encama êrîşa bi hawanê de ya ji Bakurê Iraqê hate kirin, windahî hate dayin' daxuyaniyek weşand û careke din rewşa xwe ya derewîn nîşan da. Lê belê çi dikin bila bikin wê nikaribin atmosfera şoreşgerî ya bi lêdana bi heybet a gerîla derketiye holê û rastiyê nikaribin binixumînin, wê nikaribin emrê desthilatdariya xwe ya faşîst dirêj bikin.

Em hevrêyên Apoyî yên fedayî ku tevlî vê çalakiyê bûne û ev çalakî bi şêweyekî afirîner pêk anîne careke din pîroz dikin, serketinê ji wan re dixwazin. Di şexsê we de hêzên eyaletê hemûyan bi hezkirin û rêzdarî silav dikin. Bi hestên şoreşgerî yên ji dil, em serketinê ji we hemûyan re dixwazin."