NPG'ê berxwedana gerîla ya li Xakurkê silav kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), peyamenek pîrozbahiyê ji Fermandariya Eyaleta Xakurkê re şand û gerîlayên li qada Xakurkê yên bi rengekî wêrekî û afirîneriya bilind li ber xwe didin silav kir.

Peyama Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel wiha ye:

"Li eyaleta we ji 27'ê Gulanê ve li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a qirker mêtinger berxwedaneke mezin heye. Di şexsê fermandar Kendal Sûrûç de hemû fedayiyên Apoyî yên şehîd ên di vê berxwedanê de bi lehengî têkoşiyan bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo wan careke din dubare dikin. Berxwedana Xakurkê ku bi ruhê berxwedanê yê Kendalan pêk tê, rûpeleke nû li dîroka me zêde dike.

Li nava qadên Xakurkê ku qaşo dijmin dibêje dagir kiriye û kontrol kiriye, liv û tevgera gerîla ya hêzên we yên eyaletê, her wiya çalakiyên bênavber ên li dijî hêzên dagirker, performanseke taktîkî ya hêjayî pesindayinê ye. Ev berxwedana ku di xeta gerîla ya serdema nû de tê kirin ku bi feraseta 'berxwedana di nava dijmin' de tê kirin, watedar û hêja ye.

Yek ji mînakên berbiçav ên vê berxwedanê di 2'ê Tebaxê de li qada Xakurkê li dora Mislokê rû da. Li dijî hêzên dijmin ên xwestin li dora gundê Mislokê bi cih bibin tîma tolhildanê ya Şehîd Agir serê sibehê saet 7:30'î derb lê da û di encamê de hêza dijmin neçar ma xwe vekişîne. Her wiha êvara 3'ê Tebaxê li dijî hêzên dagirker ên xwestin bi helîkopterên Skorsky leşkeran li qada Şehîd Sarya deyne tîma Şehîd Egîd Hewreman saet 9'an çalakî kir, derbeke girîng li dijmin xist û bi vî rengî însiyatîfa bilind a gerîla û sekna çalakiyê ya bi wêrekî ya gerîla nîşan da.

Li qada Ermûşê 4'ê Tebaxê saet 10'an tîma tolhildanê ya Şehîd Şoreş Azadî derbeke girîng li hêzên dagirker xist. Li heman herêmê li dijî hêzên dijmin ên dagirker, tîma tolhildanê ya Şehîd Şoreş Azadî bi çalakiyeke berfireh 5'ê Tebaxê saet 7'an ji 3 baskan ve li çeperên dijmin xist, derbeke eciqandinê li hêzên dagirker hate xistin û ev yek bû çalakiyeke encamgir.

Li dijî hêzên dijmin ên ku bi desteka balafirên şer û çavdêriya ÎHA û SÎHA tevdigerin, hêzên we yên eyaletê bi tÎmên xwe bi taktîkên çalakiyê yên afirîner çalakî pêk anîn. Em hemû hevrêyên tevlî van çalakiyan bûne, her wiha yên tevlî amadekariya çalakiyan bûne pîroz dikin û ji wan re serketinê hêvî dikin. Hemû hevrêyên ku bi ruhê fedayî yê Apoyî, bi berxwedêrî, wêrekî û afirîneriyeke xurt berxwedanê li qada Xakurkê dikin, di şexsê fermandariya we de silav dikin û bi coşa şoreşgerî serketinê ji we re hêvî dikin. Bi hezkirin û rêzdarî hevrêyan hemûyan silav dikin."