Nobeda demokrasiyê ya li Wanê: Rêveberiya heyî dîktatorî ye

Parlamenterê HDP'ê Erol Katircioglû li nobeda demokrasiyê ya li Wanê axivî û got, "Rêbaza heyî ya rêveberiyê rêveberiya şexsekî û dîktatorî ye."

Nobeda demokrasiyê ya li Wanê ku li dijî dagirkeriya qeyûm pêk tê didome. Parlamenterên HDP'ê, Dayikên Aştiyê, jinên TJA'yî û gel tevlî çalakiyê bûn ku li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê pêk hat. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircioglû li qada çalakiyê axivî.

'SÎSTEMA HEYÎ DÎKTATORÎ YE'

Katircioglû diyar kir ku hikumeta AKP'ê saziyên dewletê hemû bi xwe ve girêdane û got, "Kesek li qesrê tevî 16 şêwirmendên xwe hewl dide welêt bi rê ve bibe. Niyeta xwe çi dibe bila bibe ev rêbaza rêveberiyê rêveberiya şexsekî ye û dîktatorî ye."

Katirocioglû axaftina Erdogan a li Neteweyên Yekbûyî nirxand û anî ziman, ku Erdogan ders daye her kesî lê belê bêedaletiya li welatê xwe nabîne.

Çalakiya nobedê bi stranan bi dawî bû.