Nobeda demokrasiyê ya li Amedê: Berxwedan wê bi ser bikeve

Nobeda demokrasiyê ya li Amedê di roja 45'an de ye. Siyasetmedar Akin Bîrdal li qada çalakiyê axivî û diyar kir ku bi qeyûman paşeroja tevahiya welat hatiye desteserkirin.

Nobeda demokrasiyê ya li Amedê di roja 45'an de ye. Li gel dorpêçiya polîsên Tirk girseya gel li Kolana Lîseyê ya li pêşberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çalakiya nobedê kirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, malbata Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar, wekîlên HDP'î, endamên Meclîsên Jin û Ciwanan ên HDP'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên HDP'ê yên Mêrdîn û Sêweregê beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakiyê bi stran û dirûşmên ciwanan dest pê kir. Piştre Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyat Ceylan dest bi axaftinê kir. Ceylan diyar kir ku heta şaredariyên xwe ji nû ve werbigirin wê têkoşîna xwe bidomînin.

BÎRDAL: PAŞEROJA WELAT DESTESER DIKIN

Akin Bîrdal ku siyasetmedar û parêzvanê mafên mirovan e got, "Qeyûm encama darbeyan e ku ji sala 1960'î ve tê kirin. Qeyûm encama polîtîkayên şer e. Darbeyeke. Darbeya li destketiyên 31'ê Adarê ye. Desteserkirina îradeya hevrêyê min Mizrakli ne tenê desteserkirina îradeya Amed, Mêrdîn û Wanê ye. Desteserkirina gelên Tirkiyeyê. Desteserkirina paşeroja Tirkiyeyê ye."

Bîrdal destnîşan kir ku hêzên demokrasiyê divê li dijî vê yekê helwestê nîşan bidin û got, "Eger wê di demokratîkbûna Tirkiyeyê de bi rola xwe rabin divê ji qeyûm û darbeyê re bêjin 'na'."

'BERXWEDANA GEL WÊ BI SER BIKEVE'

Bîrdal got, "Em dikarin qeyûman bişînin. Em dikarin dawî li polîtîkayên şer bînin. Pereyê ku ji bo çekan tên veqetandin bila ji perwerdeyê, ji demokrasiyê re bên veqetandin. Eger vê nekin wê gel bi berxwedana xwe polîtîkaya aştiyê pêk bîne."

Nobeda demokrasiyê bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.