Çalakiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê ya li dijî tayînkirina qeyûm, li Kolana Lîseyê Nobeta Demokrasiyê di roja 17’an de berdewam dike. Di çalakiya îro de Seroka Giştî ya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korur Fîncanci, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Serokê Komeleya Hîndekarên Zanîngehê Prof. Dr. Tahsin Yeşîlderelî, Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can û nivîskar Eşber Yagmurderelî, tev li Nobeta Demokrasiyê bûn û li kursiya serbest axaftin kirin.
YAGMURDERELÎ: GELÊ KURD JI BO DEMOKRASIYÊ BERDÊLAN DIDE
Nivîskar Eşber Yağmurderelî, diyar kir ku tayînkirina qeyûman nişan didin ku li Tirkiye demokrasî tune û hiqûq ne di meriyetê de ye. Esasê “Demokrasiyê ew vîna ku ji sindoqan derketiye divê hurmetê nîşan bidin. Lê îro em dibînin ku hurmet nîşanî vê vînê nayê dayîn. Ger ku vîna sindoqan li ber çavan neyê girtin wê demê demokrasî tê binpêkirin. Li vî welatî ji bo destkeftiyên demokrasiyê divê bêtir em têbikoşin û em berdêlê bidin. Me wekî gel ji bo azadî û demokrasiyê berdêl da. Hewce be em ê berdêlên din bidin. Em dizanin ku demokrasi û azadî ne lutûf e. Em azadiya xwe dixwazin."
TURKDOGAN: ALIYEK ÇARESERÎ ALIYÊ DIN JÎ TUNDIYÊ DIXWAZE
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku bi armanca li dijî darbeya li hemberî demokrasiye nerazibûnên xwe bînin ziman hatine Amedê û wiha got: "Parêzvanên mafên mirovan divê di rewşê wisa de bêtir li mafê aştiyê xwedî derkevin. Bi rastî pêdiviya vê axê ji aştiyê heye. Li Tirkiye pirsgirêka herî mezin a Kurd heye. Desthilatdariya siyasî ya li Tirkiye hewl dide bi rêbaza tundiyê pirsgirêkê çareser bike. Wê hêj çend canên din biçe. Em carek din naxwazin ev dubare bibe. Zû an jî dereng emê aştiyê pêş bixin. Aştî wê bi ser bikeve."
FÎNCANCI: KESEK NATIRSE
Seroka Giştî ya TÎHV'ê Şebnem Korur Fincanci, diyar kir ku li Tirkiye demek dirêj e desthilatdariya siyasî vîna gelê Kurd a siyasî tune dihesibîne û wiha got: “Îktîdar bi sucdariya nifrînê bi hemû hêza xwe êrîşî hêza gelê Kurd dike. Em wekî parêzvanên mafên mirovan berxwedana xwe berdewam dikin. Em dibêjin berxwedan jiyan e. Kesek natirse. Mirovahî bi berxedanê digihêje armanca xwe. Ji ber ve yekê berxwedan pir bi qîmet e. Divê gelê Tirkiye vê yekê bibîne.
YEŞÎLDERELÎ: EM Ê LI DIJÎ DERBIKEVIN
Serokê Komeleya Hîndekarên Zanîngehê Prof. Dr. Tahsin Yeşîlderelî jî anî ziman ku ji bo li dijî vê yekê derkevin hatine û wiha got: "Ji bo em li dijî pêkanînên dijdemokratîk derkevin em hatine vir.”
Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can jî anî ziman ku girîng e çalakiyên li dijî van pêkanînan mezin bikin û got: "Divê mirov çalakiyên demokratik belav bike. Ev gelek girîng e.
Piştî axaftina li ser Kursiya serbest li pişt pankarta “Dest nede vîna min" daxuyanî dan. Li ser navê girsê Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Hişyar Ozsoy, daxuyanî da. Ozsoy, anî ziman ku di rojên dawî de malbatan dişînin ber avahiya HDP'ê û wiha got: "Malbatên bi îdîaya 'Zarokên me dişînin çiyê' li pêş avahiya HDP'ê rûdinên bi zanebûn û plan tê kirin. Bi armanca dengê me yê li dijî qeyûm bitepisînin û çalakiyên me wekî dijdemokratîk nîşan bidin van lîstikan amade dikin. Malbatan bi zanebûn û plankirî dişînin pêş avahiya HDP'ê. Bi vê yekê dixwazin partiya me reş bikin. Di nava 15 rojan de ev bûyer dubare dibin. Ev ne ji rêzê û tesadufî ye. Ajansa Anadolû û îktîdar bi hevr e malbatan li partiya me sor dikin”.
'EM Ê BERXWEDANA XWE BILIND BIKIN'
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemir jî bal kişand ser tayinkirina qeyûman û wiha got: "Em dizanin ku di sala 2016’an piştî qeyûm tayîn kirin dest bi asimilasyonê kirin. Tabelayên Kurdî rakirin. Dibistanên seretayî yên Zimanê Kurdî girtin. Ev qeyûm e an jî waliyê mêtîngeriyê ye? Em baş dizanin ku ji me ditirsin. Di rejîma yekzilamî de demokrasî tune. Ji ber vê yekê li dijî pergala Hevserokatiyê derdikevin. Hevserokatî civaka wekhev e. Jin dibêjin "Hevserokatî xeta me ya xemrî ye." Heta ku em qeyûman ji vir bişînin em ê çalakî û têkoşîna xwe bilind bikin."