Nobeda Şengaliyan di roja 37'an de ye

Xelkê Şengalê ku ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê li ber navenda asayîşê kon vedaye, 37 roj in li ber xwe didin.

Bi dirûşma "Em hemû asayîş in" nobeda berxwedanê ya ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê dewam dike.

Çalakî di roja 37'an de ye û her roj ji herêmeke Şengalê pêkhateyên herêmê serdana konê çalakiyê dikin û xwedî li asayîşê derdikevin.

Armanca çalakiyê ew e ku di serî de Asayîşa Êzidxanê saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê ji aliyê rêveberiya Bexdayê ve bên naskirin.

Berxwedan û çalakiyên Şengaliyan ên ji bo vê armancê, ji 9'ê Cotmeha 2020'î dema ragihandina lihevkirina rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê û vir ve bênavber dewam dike.