'Newroza 2017'an wê bibe Newroza azadiya Serokatî'
Gerîlayê HPG’ê Mahsûm Urfa li ser Newrozê, faşîzma AKP-MHP’ê û êrîşên PDK’ê yên bi ser Şengalê de ji ajansa me re axivî.
Gerîlayê HPG’ê Mahsûm Urfa li ser Newrozê, faşîzma AKP-MHP’ê û êrîşên PDK’ê yên bi ser Şengalê de ji ajansa me re axivî.
Gerîlayê HPG’ê Mahsûm Urfa ji ajansa me ANF’ê re li ser Newrozê û faşîzma AKP-MHP û li ser êrîşa çekdarên girêdayî PDK’ê ya bi ser Şengalê de axivî û got, ‘’ Agirê Newrozê divê îsal ji hemû salan dî geş û gurtir bibe. Gelê me divê li qadan be, azadî nêz e, em bi têkoşîna xwe faşizma AKP-MHP’ê û hevkarên wan ên Başûrê Kurdîstanê PDK’ê têk bibin’’
Gerîlayê HPG’ê Mahsûm Urfa Newroz li gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û got:
Ev roj rojeke pir birûmet e hem ji bo Rojhilata Navîn hem jî ji bo mirovahiyê. Salvegera 2629’an a Newrozê di Rojhilatanavîn de ronahiyeke pir mezin ya li dijî zilmê ye. Sekna gelên birûmet e ji bo têkoşîn û azadiya xwe hêza herî mezin e li dijî wan ên ku wekî kabûsa ser Rojhîlatanavîn de rûniştibûn. Ew têk çûn. Ji bo Gelên Rojhilatanavîn, gelê Kurd û tevahî gelan ev roj kirin rojeke nû. Rojeke vejînê. Em dikarin bi vî rengî pênase bikin. Em salvegera 2629’an careke din bi bîrtînin, îro tiştên ku diqewimin bi heman demê de berxwedaneke bi wî rengî dixwaze û li ser milên me bar dike. Ji bo wê jî berxwedana ku di 82’an de li zindana Amedê Kawayê hemdem, di 35. salvegera çalakiya wî de em Mazlûm Dogan ê ku bedena xwe da ber agir bi bîr tînin. Bi wî agirî li dijî zilmê berxwedaneke dîrokî derxist hole. Dîsa Zekîye, Bêrîvan, Ronahiyan em bi bîrtînin. Em ser vê esasê dikarin bêjin ku tevahî gelê Kurdistanê, gelên me yên birûmet ev roj bi têkoşîna xwe anî vê astê. Hek îro rûmeteke me hene, ku îro em dikarin bêjin di asta mirovahiyê de em gîhîştine asta şerefê, bi keda wan şehîdan e.
HEFTEYA LEHENGIYÊ
Gerîlayê HPG’ê Mahsûm Urfa li ser giringiya Heftiya Lehengiyê axivî û got:
31. salvegera hefteya lehengiyê ye. Heval EGÎT û bi hezaran şehîden me di asteke pir mezin de têkoşîna bêhempa dan. Ji bo ku her rojê bikin Newroz berdelên pir giran dan. Em wan hemûyan bi bîrtînin, bejna xwe li pêş wan ditewînîn. Di serî de vê rojê em ji bo Rêber APO, şehîden birûmet, malbatên şehîdan, li hemû hevalan, bi teybet jî li dost û welatparêzan pîroz dikin. Wekî hûn jî dizanin ew roj bi berdelên pir giran hatiye vê astê. Niha jî ew berdel hîn têne dayîn. Ji ber ku zilm hîn nesekini ye, ji ber ku zilm zordestiya xwe li ser gelan û tevahî gelên birûmet; gelên ku dixwazin bi netewa xwe bijîn, ji bo ku ew agirê Newrozê yê ku wekî ronahiya tavê, serhildana herî mezin ew e, ku bi mirovatiye destpêdike, îro bi PKK’ê gihişt lûtke yê. Îro nûnertiya vê rojê bi ked û têkoşîna şehîdan PKK pêşengtiyê dike û dixwaze bigihijine wateya wê ya rast. Pêwîst e ev roj bi wateya wê ya ku bi berdelên giran heta roja me ya iro hatiye em jî bi giraniya wê pêşwazî bikin. Bi şahî û bextewarî bi bîr bînin û bijîn.
FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê Û ÊRÎŞA PDK’Ê
Gerîlayê HPG’ê Urfa bal kişande ser faşîzma AKP-MHP’ê û êrîşa hevkarê wan PDK’ê ya bi ser Şengalê de û got:
Şerê Cîhanê yê 3. li Rojhîlata Navîn li dar e. Gelê me dişopîne, di Rojhilatanavîn de yen ku wê têkoşînê li hemberê zilmê dide jî dîsa gelê Kurd e. DAIŞ û yên li pey wan piştgiri dan wan hemûyan û xwestin vê rûmetê têk bibin. Di şexsê jinê de, di şexsê zarokan de, di şexsê pîran de, di şexsê ciwanan de xwestin civak û rûmeta civakê tune bikin. Em dikarin bêjin ku ew jî Dehaqên herî hov bûn. Ên ku piştgirî dida wê zilmê hukumeta AKP’ê bû. Gelên me di şerê Kobanê de dîtin ew ên ku piştgirî dan, ên ku li Rojava piştgirî dan DAÎŞ ê ew bûn. Bi wê piştgiriyê ew çeteyên hov li hember gelan ew hovitî bi rengekî dij mirovahî bi kar anîn. Li dijî wê hovitiyê berxwedaneke pir mezin hat dayîn û şehîd ên me yên leheng bi wê berxwedanê rûmeta mirovahiyê parastin. Em bejna xwe hember wan şehîdên leheng ditewînin. Di şerê Kobanê de berdelen pir giran hatin dayin. Le belê bi wê berxwedanê rûmeta gelê Kobanê, gelên Rojava, gelê Kurd û hemû mirovahiyê parastin. Li çar parçeyên Kurdîstanê têkoşîneke pir mezin bi felsefe û birdoziya Rêber APO tê meşandin. Em ji bîr nekin ku ew şerê cîhanê di vê astê de tê meşandin. Asta ku mirovahî herî zêde jê bibandor bibe. Îro têkoşîna wê di asta herî bilind de PKK û mîlîtanê vê tevgerê pêk tînin. Her roj ji bo me pir û pir giring e, emê her rojê weke Newrozê bijîn. Ji ber ku dagirkerî, zilm, hovîtî hîn têk neçûye. Çawa ku 2629 sal berê hemû gelên Rojhilatanavîn li dijî Dehaq ê Asûr sekinin û ew têk birin, îro jî di şexsê DAIŞ’ê de, di şexsê AKP’ê de di şexsê çeteyên PDK’ê de dixwazin vê zilmê berdewam bikin. Divê hemû gel li dijî wan bisekine. Her roja ku bi rûmetî hatiye demizerandin, her roja ku birûmet hatiye pêk anîn pêwîst e ku cardin di vê qadê de agirê xwe gur bikin. Bi têkoşîne xwe ronahiya xwe bidin hemû gelan û ji wan re bibin hêvî. Tirs û xofê dixwazin bidin avakirin, dixwazin birakujiyê bikin, dixwazin xayîntiyeke mezin bikin, van kiryarên qirêj bi pêşengtiya AKP, PDK û DAIŞ’ê dikin. Ên ku bi vê rêbazê dixwazin vê hovîtiyê bi gelê Kurd û hemû gelan bidin jiyîn em wan hemû hêzên qirêj careke din şermezar . Bila ev şermezarkirin tenê bi ziman nebe, bi têkoşîna xwe pêwîst e em li dijî vê zilmê bisekinin. Çete dixwazin vê meha me ya pîroz ya ku bi berxwedan û bi berdelên pir giran ava bûye, disa bi zilm û zordestiya xwe ava bikin. Divê em bi têkoşîneke xurt li dijî wan bisekinin. Roj bi roj, saet bi saet, saniye bi saniye divê em vê roja pîroz û bi rûmet, bi bîr bînin û xwedî lê derbikevin.
‘AKP Û PDK’Ê BI XAYINTÎ ÊRÎŞ BIRIN SER ŞENGALÊ’
Di 3’yê Adar 2017 an de çeteyên AKP û PDK’ê bi xayintî êrîş birin ser Şengalê. Navê wan çi dibe bila bibe dema ku yekîtî pêk nehatibe û em rabin li dijî vê şer bikin ew ne însaniyet e, ne têkoşîne ke birûmet e, ew têkoşîneke bêbextiyê ye. Ew ne azadkirina Şengalê, yan azadkirina gelên me yên Ezidi ye. Em careke din Newrozê li hemû neteweyan, li gelan ku ji bo çand û hebûna xwe têdikoşin, li olan, li Ezîdxanê pîroz dikin. Em di vê astê de careke din îxanetê şermezar dikin.
‘DIXWAZIN LI ŞENGALÊ VÎNA GEL TÊK BIBIN’
Gelê me yê Ezîdî pêwîst e pir şiyar be. Mîrên wan, serokên wan û hemû gel pêwîst e neyên lîstokan, ew lîstok lîstokên pir qirêj in. Pêwîst e di vê demê de yekitî bê avakirin, kongreya netewî bê avakirin. Hemû gelên Kurd bi çi bawer be, aligirê çi tevgerê dibe bila bibe divê îro em hemû bibin yek. Dirok vê ji me dixwaze, têkoşîn vê dixwaze, şehîdên me vê dixwazin, Newroz vê dixwaze. Lê em mêze dikin bi çeteyên AKP’ê, bi çeteyên faşîzmê, bi çeteyên MHP’ê û hevkarên wan çeteyên PDK’ê di Şengalê de dixwazin vîna gel têk bibin. Dixwazin bi destên xayînan deskeftiyên gelê Kurd ku Rojavayê Kurdistanê bi xwîn û bi keda şehîdan bi dest xistin, têk bibin. Ji bo ku gelê Kurd di asta navnetewî de nebe xwedî rûmet û destên Kurdan xurt nebe çi destên wan tê bi kar tînin. Ev Kurdan lewaz dike, xurt nake. A pêwîst ew e ku dîroka gel ê Kurd hatiye asta herî bilind ku em dikarin yekitiya xwe ava bikin. Çi fikrên cuda dibe bila bibe, çi astengî hebe jî, ji bo yekitiyê pêwîstî bi nîqaşê nîn e. Divê nîqaşa me ew be ku em çima nikarin bibin yek. Ji bo vê çi astengî heye, astengiya herî mezin çete bixwe ne. Agirê Newrozê divê îsal ji hemû salan dî geş û gurtir bibe. Gelê me divê li qadan be, azadî nêz e, em bi têkoşîna xwe faşizma AKP-MHP’ê û hevkarên wan ên Başûrê Kurdîstanê PDK’ê têk bibin.
Em bi têkoşîna Newroza îsal em Serokatî azad bikin û rihê şehîdan şad bikin, Newroz pîroz be. ‘’