Newroz roja jiyana azad û berxwedanê ye!

“Em weke gelekî ku ev qas gihiştiye rastiya jiyanê, biryara xwe daye û her cure şer girtiye ber çavê xwe, ne tenê ji bo xwe ji bo mirovahiyê hemûyê bi îdîa ne.”

Îro li Kurdistanê bingehê hebûna mirovahiyê, dibe ku di dîroka mirovahiyê de bi awayek ku mînaka wê nehatî dîtin, hatiye qetilkirin. Mirovên ne tenê ji derveyî jiyanê hatine hiştin û jiyanek ji mirinê hîn xirabtir li ser hatiye ferzkirin.

Bûyîna parçeyek ji vê rastiyê, tenê bi zext û mêtingeriyê nayê şîrovekirin. Di heman demê de rewşek rûreş û bi qehr e.

Jiyan anîne rewşa sûc.

Eger bersiva tiştên hatine jiyîn neyê dayîn, li ortê ye ku wê her roj rewşek ji mirinê xirabtir bi serê gelê me bînin.

Me ev partî li biryargeha sereke ya dijmin, piştî pêvajoyek dirêj a amadekariyan, weke mirov, bêyî înkarkirina têkîliya me ya bi rastiye gel re, me zorî jî da ber çavê xwe û bi vî awayî em gihiştin fikrê avakirina partiyê. Me gelek ji xwe pirs kir ku gelo em dikarin gavekî bavêjin, em dikarin bibin hêvî. Di rojek wiha ya Newrozê de bêyî hêvî be bêyî hêvî, bêyî îdîa be bêyî îdîa, di demek tarî de, yek-du gotin ji devê me derdikevin, nav û azadiya gel û welatê xwe tînin fikrê xwe û bi zimanê xwe jî dibêjin, ne tenê vejîn û rizgariyek, bi temamî me me gavek ê vê partiya ku weke tevgerek a jiyanê binirxîne avêt.

23 SALÊN KU VEGOTINA WÊ ZEHMET E, ME DERBAS KIR

Em di Bihara 1996’an de dikevin sala 24’emîn a avêtina vê gavê. Her çiqasî hêsanî jî bi xuyê, me 23 salên ku vegotina wê zehmet e, derbas kir. Ya beriya vê jî heye.

Dibe ku hîn bi qehirtir be.

Me tenê li ser navê vê tevgerê, li ser navê kar û gotinên ku bi fermî hatine gotin û rêvebirin, jiyanek tirsnak û nefes bi nefes da destpêkirin. Dîrok ji her demê zêdetir dikare vê pêvajoyê binirxîne. Dikare hîn baştir şîrove bike ku dîrokek çawa ya gel û şer heye. Bi tîpan anîna ziman gelek zehmet e ku ev destpêk tê çi wateyê û weke kes kûrahiya destpêka me.

Ji ber ku hûn bin ketine, êşan dikêşin.

Weke gel jî hûn hîna di bin gefên herî giran de ne. Tarz, gotin û îfadeya têkoşînê ya jiyana nû, weke rojane xwe tîne ziman. Eger ev neyên qezenckirin, dîroka dijmin a bi xeter û bi lenet wê li ser me bimeşe û biçe.

Me hewldanên mezin da ku her Biharê ji bo gelê xwe bikin Biharek rast. Bi taybetî di şexsê partiya pêşeng de û li ser esasê hêzên ku şer dikin de ji bo em rojên nû û jiyanên nû bigirin, me bala xwe da vê Biharê. Me her tiştê xwe dayê. Hemû coş, berxwedanî di van rojan de weke hîn bi watedartir û mezintir nîşan da. Hîna jî bêyî ku em ji leza wê tiştekê winda bikin bi coş, îdîa û meşa xwe ya mezin em dewam dikin. Em ne tenê di dîrokê de dibînin ku dijminê li hemberî me çiqas bi xeter e, em di roja xwe de jî dibînin. Ev car jî ala me dizî û bi durûtiyek bê hempa dixwaze Newrozê bike ya xwe ku hetanî duh êrîş dikir, di şexsê gelekê de dixwaze bi komkujiyan tune bike. Bêyî ku şerm bike ji xwe re pîrozbahiyê layiq dibîne; ji me re jî qedexe û qehirbûnê layiq dibîne. Ev taybetmendiyek e ku ji xwezaya dijmin tê. Qasî ku têkoşîna gelê me bidome, eşkere ye ku wê wiha bike.

HÛN HÎS NAKIN, HER ROJ NAHEJIN

Ev dijmin ti cejnan bi me nade pîrozkirin. Em bawer dikin ku gelê me jî wê hîn baştir fêm bike. Dema cejnek neteweyî û li ser esasê azadiyê be, qet nade pîrozkirin. Gelê me vê yekê dibîne, rastiya xwe baştir nas dike. Jixwe niha jî hîn baştir fam dike ku cejnên ku dijmin pîroz dike, ne cejnên dijmin in. Me jî ji avabûna xwe ve, ti eleqe nîşanî van cejnan nedaye. Ji bo me ev ne cejn, rojên reş in. Cejnên ku bibin ên me ew cejn in ku bi şer, fikrê azad û îradeyê hatî qezenckirin.

Cejnên Newrozê yên di salên dawî de dema li ser vê yekê tên pêşxistin, em şiyarbûna dijmin û êrîşên wê dibînin û niha ev hîn baştir tê fêmkirin. Xirabiya herî mezin ku gelek li xwe bike, ji bo dijminekî ku ew ji derve jiyanê hiştiye qebûl bike, bi wê re bikeve-rabe û xwe ji bo wê bihelîne. Ev rewşek kirêt û şermek mezin e. Divê em jî vê şermtî û kirêtiyê di kesayeta xwe de bi dawî bikin. Dema ku me sedemê vê tevgerê salên dirêj fikirî û amade kir, timî esas girt ku ji kirêtî û şermtiyê rizgar bibin.

Me gelek ji xwe pirs kir ku em ê çawa bikarin vê kirêtî û şermê bi dawî bikin. Em eşkere bibêjin, me nedikarî li rûyê ti kesê binêrin. Hîna jî şopên vê yekê di kûrahiyên min de hene. Li aliyekê me difkirî ku jiyîn mafê me jî, li aliyekê jî şopa reş a li ser vê, serwerî, îrade û şerma dijmin em qehir dikirin. Ev yek di nasname û kesayeta gelê me de hatiye kolandin. Gelê Kurd gelek e ku pir şerm dike. Lê bi ti awayî jî hêviya xwe ji jiyanê nabire. Qasî ku bikare hembêzî mar dike.

Dixwaze bijî!

Dixwaze ji derewên bêhempa bawer bike û bijî. Gelek ku mantiqa wê sekinî ye, îradeya wê lê hatiye windakirin. Lê tevî vê yekê jî tarzek wê yê ecêb ê jiyanê heye. Li hewa, bingehên wê nîne û bi binketinan tijî ye. Rastiyek a gel heye ku şer ne ji bo wê ye û jiyanek wê ya kirêt û bi şerm heye.

Were vê jiyanê çareser bike, ji nav derkeve!

Ji bo mirovek ku bibêje ez dest ji sedemên esas ên mirovî bernadim, ev trajediyek rast e. Şerm û xirabiyê ew qas hêsan neavêje. Ev mehkûmê jiyanekê ye ku ji prangayên li girtîgehan hîn zêdetir li prangayan hatiye xistin. Ger hûn hîn nekin, her roj nehejin, şeref û rûmet hatibe windakirin, wê demê hûn sîberek a dijmin in. Mixabin mirovên me wiha ne. Dema min li rûyê van mirovan meyze kir, qet bi hêvî nebûm. Min her tim xwediyên jiyanên çewisandî, şermtî, ji dervey jiyanê û ne azad û ne bi wêrek dît. Sozên van gelek ne diyar e, îrade û îdîaya wê ne diyar e. Min dît ku ev yek ne tenê xwe daye rastiya civaka me, di nava refên me yên partiyê de jî xwe vedaye.

Em rastiyan bi awayek mezinkirî nabêjin. Dijmin jî wiha dibêje, “Nasname û kesayetek wiha nîn e. Eger serhildanek hebe, wê her tişt were ceribandin, pêkanîn û bê sînor bê çewisandin ku di dîroka şer de nehatiye dîtin.”

Ev rastî ne!

Divê hûn jiyanê qezenc bikin.

(…)

Jiyan niha pirsgirêkek mezin e.

Hûn dibînin îro jî me gelê xwe, bi milyonan kes anî wê rewşê ku bi pirsgirêkek a jiyanê re şer dikin. Me anî beramberî pirsgirêkek mezin a jiyanê. Ev rêzdariya ji jiyanê re ye.

Hevrêyê me gelek bi nirx Mazlûm Dogan, şeva vê rojê biryara mirinê da.

Em dikevin sala 15’emîn a vê rojê.

Ev biryarek girîng û dîrokî ye. Mazlûm Dogan hevrêyek me bû bi bawer bû, li hemberî jiyanê bi wêrek bû, girêdayî bingehên îdeolojîk û siyasî yên partiya me bû û heta dawiyê xwe fedayê vê rêyê kiribû. Îro roja jiyan û vejînê ye. Zivistan derbas dibe, Bihar tê. Çima ev yek ji bo xwe kir roja mirinê?

Gelo bêyî wijdan bû, întîhar kir!

Gelo li hemberî jiyanê bê rêz bû?

Qet!

Yê herî bi zane bû.

Hevrêyek me yê azad û girêdayî jiyanê bû. Weke mînaka mîlîtaniya PKK’ê, xwedî dilsoziyek jiyanek pir bi îdîa bû. Lê tevî vê yekê jî biryara mirinê da. Me hewl da ku vê biryarê binirxînin. Encama ku em gihiştinê ew bû ku rêzdariya yekane ya ji jiyanê re, biryara vê mirinê dayîne.

Biryarek dîrokî ye.

Biryara nîşakirina rêzdariyê ya ji jiyanê re ye.

ŞEHÎDÊN NEWROZÊ BÛN PIRA DI NAVBERA JIYAN Û MIRINÊ DE

Ti mirin ev qas bi wate û di cih de nîn e. Tu dixwazî hinek ji dîroka xwe re bi rêzdar bibî, bibî xwedî tevlêkariyek a jiyana bi nirx, aha li vê noqteyê ev biryar ji dest nayê dayîn. Ev biryar hatiye dayîn û hatiye pêkanîn. Piştî vê biryarê berxwedan li girtîgehê gihişt astek din. Piştre biryara mirina bi rûmet û serbilind a Ferhat Kûrtay wan hat. Ev jî biryarek mezin bû ku di rojek a Biharê de hat dayîn. Agirê Newrozê yê Mazlûman, wek çirayê li ser bedena Çaran hat vêxistin û meşandin. Biryarek dîrokî bû ku girtîgeh ronî kir. Çalakiya ku xeniqandina zilmê û tarîtiyê bû. Biryara hevrê Mazlûm biryara dest ji rêzdariya ji jiyanê re neberdan bû. Çalakiya Çaran jî biryara hevrê Mazlûm hîn bêhtir bixin pratîkê, bikin girseyî û hîn bêhtir bidin jiyîn bû. Qasî armanca biryarê, naverok û awayê pêkhatina jiyanê jî bêhempa ye. Mûtleq bi hemû aliyên xwe ve fêmkirin, erkê esas ên dibêjin “ez bi namûs im û dilsoz im” e.

Ev çalakiya şewitandinê, biryareke neteweyî ye.

Biryara rêzdariya ji jiyanê re, berxwedana mezin û rizgariya neteweyî ye. Li dijî jiyana hatî binpêkirin, ji bo mirov mezinahiya xwe nîşan bide biryarek mezin a berxwedanê ye. Teqez divê em hêza wê nîşanî gelê xwe û mirovahiyê hemûyê nîşan bikin. Ji bo me mîlîtanan ev wezîfeya mezin heye. Me hewl da ku hinekî ji aliyê xwe ve vê wezîfeyê bînin cih.

Piştre biryarên mezin ên rojiya mirinê jî hene. Ew jî yek ji parçeyên xeleka mezin a vê biryarên mezin in. Dîsa biryara xwedî derketina li PKK’ê û dest ji partî û jiyanê neberdane. Ewane jî ne bi şewitandina bedena xwe, heta hestiyên xwe xwe zuha kirin û bûn bersiv. Yekê xwe daliqand, çaran xwe şewitand û çarên din jî xwe zuha kirin û bûn bersiv. Evane bi rastî jî nehek mezin teşkîl dike. Piştî wê jî wê bi sedan ji wan werin. Lê ev neh (9) di şexsê artêş, partî û gelekî de îradeya israr û ne dest jê berdanê ye. Gulên Biharê ne ku di zemînek ku dihat gotin, “Me qedand, me wisan li ser beton rijand ku wê êdî qet zindî nebin” de şîn bûn. Îro hîn zelaltir e ku ev hevrêyên me gulên şîn bûne. Me jî di wan rojan de weke pêwîstiyek a dilsoziya bi bîranîna xwediyên vê biryarê re wiha got, “Rêya mirinê hat rastkirin, tirsa mirinê ya mezin hat derbaskirin, ew bûn pira ku di navbera mirin û jiyanê de. Em ê ji mirinê ber bi jiyanê ve bi hêsanî bi rêya wan derbas bibin. Dema pêwîst kir em ê ji jiyanê biçin mirinê.” Nexasim pêl bi pêl bi dehan, sedan û bi hezaran kes ji vê pirê derbas bûn û tevlî karwanên şehîdan bûn. Îro jî gelê me amade ye ku li ser vê pirsê bêyî tirs derbas bibe.

(…)

Divê em bêjin ku em van rojan di serî de deyndarê şehîdên xwe yên leheng in. Li gel me jiyan li ser navê jinê jî şêwe girtiye û di van rojên Newrozê de 4 jinên Kurdistanî xwe şewitandin. Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvanan navên herî mezin ên Jiyan Jiyanê ne. Jin ji her demê zêdetir weke aliyek bi hêz ê jiyanê, di vî şerî de berê xwe dibîne. Bêyî silavkirina van şehîdên jin ên leheng, şehîdên Newrozê yên mezin û biryarên xurt ên jiyanê, fêmkirina jiyanê û heqê wê dayîn ne pêkan e.

Weke gelekî ku ev qas gihiştiye rastiya jiyanê, biryara xwe daye û her cure şer girtiye ber çavê xwe, em ne tenê ji bo xwe ji bo mirovahiyê hemûyê bi îdîa ne. Dîsa li ser vî bingehî ev partiya pêşeng jî, ne tenê partiya rizgariya neteweyî ye, çavkaniya hêviya gelên Rojhilata Navîn û wê ji her demê zêdetir rolê xwe bilîze. Gelê me wê car din nekeve vê dîroka bi nelet. Wê bikeve dîroka jiyanek azad. Ev hetanî serkeftina bi her alî ve, hetanî dibe malê hemû mirovahiyê wê bimeşe.

Ji nivîs û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin