'Ne ji gerîla be wê dewleta Tirk Zaxo û Duhokê jî dagir bike'

Ji berxwedêrên Cenga Heftanînê gerîla Serdar Silopî dagirkeriya li Efrînê û Serêkaniyê bi bîr xist û destnîşan kir ku eger gerîla nebe wê dewleta Tirk xwe berde nava Duhok û Zaxoyê û dagir bike. Serdar Silopî got, wê heta dawiyê gelê xwe biparêzin.

Gerîlayê HPG'ê Serdar Silopî yek ji berxwedêrên Cenga Heftanînê ye. Serdar Silopî bal kişand ser vê êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk û sedema geşbûna berxwedana Heftanînê vegot.

Gerîlayê HPG'ê Serdar Silopî di destpêkê de, di kesayetiya ji fermandarên HPG'ê Egîd Civyan û Cenfeda Goyî de şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û got, "Ez niha di nava Cenga Heftanînê de me. Demeke dirêj bû ku dijmin qala operasyonê dikir û herî dawî li Heftanînê dest pê kir. Operasyona ku li Heftanînê dest pê kir yek ji operasyonên herî mezin ên dijmin bû ku di dîroka têkoşîna tevgera azadiyê ya Kurdistanê de pêk aniye."

Serdar Silopî bal kişand ser propagandaya ku di medya şerê taybet a dewleta Tirk de hate kirin û got, "Dijmin propaganda wê dikir ku bi hêsanî hatiye Heftanînê. Lê ne wisa bû. Ev berxwedan çima ewqasî mezin bû? Hemû bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo û keda şehîdan bû. Bi ruhê hevalên Mazlûm û Kemal em bi ser ketin. Dijmin hewl dide bi pêş ve biçe, lê belê berxwedana Heftanînê nahêle ku vê bike."

Serdar Silopî destnîşan kir ku berxwedana destanî ya PKK'ê ku bi dehan sal in dewam dike, li Heftanînê careke din şênber bûye û got, "Salvegera damezrandina partiya me nêz dibe. Partiya me heta îro bi ked û xwîna şehîdan, bi fikrê Rêber Apo gihîşt vê astê û mezin bû. Em jî weke gerîlayên HPG'ê, bi vê berxwedan û moralê li dijî dijmin li Heftanînê berxwedanê mezin dikin."

Têkildarî armanca dewleta Tirk a ji van êrişan jî gerîlayê HPG'ê Serdar Silopî wiha axivî: "Me li Efrîn û Serêkaniyê dît. Destpêkê weke herêmeke tampon ew der dagir kir û piştre xwe berdan navenda bajêr, êşkence li gelê me kir, dest dirêjî mirovan kir û dest bi qirkirinê kir. Niha jî dixwazin vê yekê li Başûrê Kurdistanê bikin. Lê belê plana wan di serî de li Heftanînê têk çû."

Serdar Silopî destnîşan kir ku eger gerîla nebe wê dewleta Tirk xwe berde nava bajarên Duhok û Zaxoyê, bi her awayî êşkenceyê li gelê Kurd bike û got, "Dewleta Tirk ne ji bo başiyê diçe cihekî. Tenê ji bo berjewendiyên xwe qadan dagir dike. Bêguman bi Cenga Heftanînê re em ê heta dawiyê gelê xwe biparêzin."