Navenda Parastina Gel çalakiyên Gabar, Avaşîn û Metînayê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) çalakiyên ku gerîlayan di meha Îlonê de li Gabar, Avaşîn û Metînayê li dijî dagirkeran li dar xistine, pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) daxuyaniyeke nivîskî weşand, diyar kir ku li her sê qadan ‘derbên giran li dijmin hatiye xistin’ û ev çalakî pîroz kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya KCK’ê di nava salekê de rejîma faşîst û mêtinger qels kiriye û serkeftinên mezin bi dest xistiye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî li ser esasê vê pêngavê peywirên xwe yên pêşengtiyê li ser xeta qehremaniya fedaî bilind kiriye, hewl daye bibe bersiv. Di sala duduyan a pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de hêzên me;

-Di çarçoveya Pêngava Serfiraziyê ya Egîdên Botanê de di 6’ê Îlonê de li qada Şehîd Bahoz a Gabarê ya li Basaya Şirnexê yekîneyên veşartî yên dagirkeran xistine bin kontrola xwe, piştre xwe bera nav wan dane û di vê çalakiyê de herî kêm 2 dagirker ceza kirine.

Di 7’ê Îlonê de di navbera gundên Aval û Nîtêya Çiravê ya bi ser Gabarê ya li Dihêya Sêrtê de hêzên me wesayîta zirxî ya Kîrpî ya dagirkeran xistine bin kontrolê û bi taktîka sabotajê lê dane. Di vê çalakiyê de 6 dagirker ceza kirine û wesayîta zirxî ya Kîrpî jî îmha kirine.

Li du qadên cihê yên herêma Gabarê taktîkên sabotaj û xweberanavdanê bi serkeftî hatiye pêkanîn, 8 mêtinger hatine tasfîyekirin. Bi van çalakiyên serkeftî tola fermandara herêma Gabarê Diljîn Marya Dêrsim hatiye stendin. Ev jî wateya van çalakiyan girîngtir dike.

-Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê, di 11’ê Îlonê de dewleta Tirk a mêtinger di 11’ê Îlonê de dema li hemberî tunelên Qadên Berxwedana Werxelê çekên kîmyewî bi kar aniye, sûcên mirovayetiyê kiriye û qanûnên navneteweyî bin pê kiriye, li ser sûc hatiye zeftkirin û bersiva pêwist hatiye dayîn. Li vê derê 4 dagirker hatine cezakirin, çekên wan ên kîmyewî hatine îmhakirin. Vê çalakiya şervanên YJA Starê ji gelek aliyan e hêja ye û çalakiyeke serbilindiyê ye.

Berxwedêrên Werxelê di 12’ê Îlonê de teqemeniyên ku artêşa Tirk a dagirker hewl dida li hemberî tunelên Qada Berxwedana Werxelê bi kar bîne, bêbandor kiriye, serkeftineke din li serkeftina xwe zêde kirine, miradê dijmin di qirika wan de hiştine. Ev çalakiyeke wisa afirîner e ku ji her alî ve divê were pîrozkirin. 

- Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de 12'ê Îlonê li qada Girê Koordîne ya herêma Metînayê, li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî ya gerîla hate lidarxistin. Her wiha bi hostatî li dagirkeran hate xistin ên ku dixwestin dest li qada çalakiyê werdin. Di encama vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin. Di nava çalakiyê de çalakî hate lidarxistin û encameke afirîner û serketî hate bidestxistin.

Bi destpêkirina sala duyemîn a pêngava 'Dem dema azadiyê ye', hêzên me yên gerîla ji Gabarê heta Avaşîn û Metînayê li her cihî taktîkên gerîla yên dema nû bi rengekî serketî xistin meriyetê, derbên giran li dagirkeran xistin, daxwaza dagirkeran di ber de hiştin. Ev asta ku hatiye nîşandan di heman demê de radixe pêş çavan ku gerîla wê bi çi rengî têkevin sala duyemîn a pêngava 'Dem Dema Azadiyê ye'.

Em şervan û fermandarên tevlî van çalakiyan bûne pîroz dikin û hêvî dikin ku wê serketina wan dewam bike. Di vê çarçoveyê de hevalên Pêngava Serketinê ya Egîdên Botanê, Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê û Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê silav dikin, ji ber van serketinên wan, pîroz dikin û serketinên mezintir ji bo wan dixwazin."