Navenda Koordînasyona Krîzê: AKP civakê dixe talokeyê

Navenda Koordînasyona Krîzê ya KCD'ê got AKP jiyana civakê dixe talokeyê û bang li civakê kir ku piştevanê hev bin.

KCD'ê qedexeya derketina derve ya ku şevê dî hata ragihandin bi bîr xist û got, bi sed hezaran mirovên ku li bajarên mezin bi rengekî sînorkirî di karantînayê de bûn bi rengekî panîkê eynî gavê derketin kuçeyê û ev jî tê maneya ku mirov berê civakê bide mirinê.

KCD'ê got, ''Biryara karantînayê ku heta niha bê rê û rêbaz hatiye standin, tevdîrên ku heta niha hatibû standin kire rîskê û pûç kir. Bi vî rengî bêberpirsyarî nêzîkatiya li jiyana mirov aqilavêtinek e. Nîşaneya herî berbiçav a ku AKP nikare vê pêvajoyê rê ve bibe şevê dî dema ku bi sed hezaran mirov bêyî tevdîrekê herikî markêt û firinan derkete holê.''

KCD'ê got bi vî rngî talokeyeke mezin li ser tendiristiya civakî çêbûye.

KCD'ê her wiha got guherîna înfazê ya têkilî girtîgehan di demeke kurt de bêyî polemîkê û îstîsmarkirina siyasî demildest divê ji meclîsê derkeve û gelek rêbaz hene ku înfaz bi rengekî wekhev bi cih were û were sistkirin.

KCD'ê her wiha bang li gel kir ku piştevanê hev bin, diyar kir, ''Piştevanî dide jiyîn. Gelê me dema karantînayê li avahiya ku lê dimîne, piştevanê mirovên nexweş, tenê û yixtiyar bin, piştevaniya 'nav avahiyê' bidin destpêkirin. Di vê piştevaniyê de ya ku wê civakê li ser piyan bihêle pratîk e.''

KCD'ê her wiha got panîk ne çareserî ye, ''em ê tevdîrên xwe bistînin û hêvîdar bin.''