Navenda Encûmena Gel a Binarê Qendîlê hate vekirin
Tevgera Azadî ya Binarê Qendîlê di pîrozbahiya 8'ê Adarê de Navenda Encûmena Gel a Binarê Qendîlê vekir.
Tevgera Azadî ya Binarê Qendîlê di pîrozbahiya 8'ê Adarê de Navenda Encûmena Gel a Binarê Qendîlê vekir.
Navenda Encûmena Gel a Binarê Qendîlê di pîrozbahiya 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, ji hêla Hevserokên Binarê Qendîlê Perî Heme Şêx û Mihemed Hesen ve hate vekirin.
Girseya ku ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê ji gundê Bukrîskanê hatibûn bi coşî vekirina Navenda Encûmena Gel a Binarê Qendîlê pêşwazî kirin.
Hevserokên Encumeniyê gotin ew ê ji ji bo ku ji gel re xizmetê bikin bixebitin, 8’ê Adare li jinan pîroz kirin û gotin ew ji vekirina Encumena Gel a Binarê Qendîlê pir kêfxweş in.