Navê kedê: Gerîla

Gerîla Dilpak Ûrmiye sala 2015'an li Ûrmiyeyeê tevlî nava refên gerîla bû. Dema ku qala gerîla dike, dibêje 'gerîla navê din ê kedê ye'.

Piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj, bêhn veda û qala pêwendiya ked û gerîla kir. Gerîla Dilpak ji ANF'ê re qala çîroka tevlîbûna xwe kir.

Gerîla Dilpak Ûrmiye sala 2015'an li Ûrmiyeyeê tevlî nava refên gerîla bû. Dema ku qala gerîla dike, dibêje 'gerîla navê din ê kedê ye'. Ji ber hêrsa xwe ya li dijî sîstemê, hîn 18 salî bû dema ku biryara tevlîbûn da. Gerîla Dilpak qala bandora neyînî ya sîstemê ya li ser xwe dike: "Sîstema ku em di nav de mezin bûn, me ji çand û zimanê me dûr dixist. Em ji rastiya xwe, ji lêgerîna xwe vedigirt. Rejîma Îranê mal bi mal, malbat bi malbat, gund bi gund hewl dida bi rêya perwerdeyê bandorê li gel bike. Ji bo jin û ciwanan ji çanda dayikên xwe dûr bixîne çi jê dihat, dikir. Min jî ev sîstem red kir."

Gerîla Dilpak bal kişand ser taybetmendiya giştî ya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku her kesî hembêz dike û got, "Gelan hemûyan derfet dîtin ku di felsefeya Rêbertî de li hev bicivin. Di vir de bi rastî jî lihevkombûneke bêhempa pêk hat. Ji ber ku her kes dikare xwe dinava vê rêxistinê de bibîne. Dikare nasnameya xwe, kesayetiya xwe bijî. Bandor û hêzeke bi vî rengî ya tevgera Rêbertî li ser mijariyê heye."

'EZ NIHA GIHÎŞTIM RASTIYA XWE'

Gerîla Dilpak bal kişand ser bandora gerîla ya li ser biryara wê ya tevlîbûnê û têkildarî jiyana gerîla got, "Hîn ez li malê bûm, axaftin, sekn, meş û çeka gerîla bandoreke mezin li min dikir. Ew di perwerdeya Rêber Apo re derbas bûbûn û hebûna xwe bi gel dabûn qebûlkirin. Dilsoziya gerîla, sekna wan a durust, paqijiya wan, hevrêtiya wan û fedakariya wan bandor li min dikir. Mînak, li eniya şer ji bo hevrêyên xwe biparêzin xwe diavêje pêşiya fîşekê. Min jî dixwest bibim hevrêya wan. Min dixwest derkevim serê çiyê. Niha gihîştime rastiya xwe."

Gerîla Dilpak bal kişand ser sempatiya mirovan a ji bo çiyê û ev bang li ciwan kirin, "Rejîma Îranê bi taybetî zexteke mezin li ciwanan dike. Hewl dide jiyaneke dûrî ji mirovahiyê pêşkêş bike. Dixwaze bi xapandinê ciwanan bixe ser vê rêyê. Bila ciwan vê jiyanê qebûl nekin. Li dijî ciwanên Rojhilatî êrişên piralî hene. Bila ciwan berê xwe bidin çiyayên azad. Li vir atmosfereke û mirovahiyek heye ku ciwan dikarin xwe lê binasin. Bila bi lîstikên qirêj nexapin."