NAV-YEK: Dewleta Tirk ji bo temamkirina fermanê ketiye nava tevgerê

NAV-YEK: Sûcê mirovahiyê ku di sedsala 21 emîn de li pêş raya giştî li hemberî civaka Êzîdî hate kirin, di bêdengiyê de ji aliyê hêzên navnetewî ve tê ferz kirin.

Navenda Yekîtiya Komeleya Êzidiyan (NAV-YEK) têkildarî êrîşên dawî yên li ser Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand. NAV-DEM’ê ragihand ku dewleta Tirk ji bo temamkirina fermana 73’an a li ser gelê Êzidî ketiya nava liv û tevgeran.

NAV-YEK’ê got, hêzên xêrnexwazên tarî bi armanca tunekirina civaka Êzîdî, di hewldanên qirkirina fîzîkî û çandî didin ferz kirin.

Daxuyaniya NAV-YEK’ê wiha didome;

“Civaka Êzîdî ku bermayên 73 Fermanan ne, hîna birînên xwe yê fermana dawî ya 2014'an de nepêçane, tevî vê êşê di hewldana xweparastinê, xwerêvebirinê û xwerêxistinkirinê de ne. Gelek sazî û dezgehên xwe ava kirine û bi hêza xwe yê cewherî bi sedan keç û jinên Êzîdî ji destên çeteyên DAÎŞê rizgar kirin.

BÊDENGIYA HÊZÊN NAVNETEWÎ ERÊKIRINA ÊRÎŞAN E

Sucê mirovahiyê ku di sedsala 21 emîn de li pêş raya giştî li hemberî civaka Êzîdî hate kirin, di bêdengiyê de ji aliyê hêzên navnetewî ve tê ferz kirin.

Li Başûr, Rojava, Bakur û her ciyê ku lê dijîn di bin gefên dewleta faşîst a dagirkeriya Tirk de ne.

Herî dawî di êrişa hovane û namerdane ku di encama wê de Mam Zekî Şengalî hate şehîd xistin, ji nû ve eşkere dike ka çawa di qirkirina bênavber ya li ser civaka me didin ferz kirin.

DEWLETA TIRK BI DESTÊ DAIŞÊ XWEST CIVAKA ÊZIDÎ TUNE BIKE

Dewleta faşîst a Tirk bi serkêşiya Erdogan û hevalbendên xwe, di roja 03.08.2014’an de hewildan bi destê çeteyên xwe yên terorîst DAİŞê civaka Êzîdî, ku xwedî çanda kevnar û resen e, li ser ruyê cihanê bidin qelandin.

Lê bi saya kesên mîna Cangorî Mam Zekî Şengalî yên ku dilsozên gelê xwe ne, parazvanên rûmeta xwe, bi hawara Êzîdiyan ve hatin û pêşî li tevkujiya sedhezaran Êzîdiyan girtin.

DI KESEYATA MAM ZEKÎ DE ÊZIDXANA PÎROZ KIRIN HEDEF

Armanc û dawxaza neyarên mirovahiyê û jinê ew bû Êzîdiyan bi darê zorê ji axa wan qut bikin, wan bê kok, bê dîrok û bê hişmendî bihêlin û di jêrzemînên zilmê de bihelînin. Lê bi kêmanî pêşî li vê yekê hate girtin, beşekî girîng ji Êzîdiyan li ser axa xwe yê pîroz man û bi hêza xwe yî xweser a xweparastinê, binezahiyên xwe yên rêvebirinê ava kirin. Yê ku rola sereke di vê pêngava civaka me ya xwe rêxistinkirinê de lîst, yek jê Mam Zekî Şengalî bû. Ji ber vê jî di kesayeta Mam Zekî de Êzîdxana pîroz kirin hedefa xwe.

DEWLETA TIRK JI BO TEMAMKIRINA FERMANÊ KETIYE NAVA LIV Û TEVGERAN

Dewleta Tirk êdî ne bi navê DAÎŞê rasterast bi navê xwe êrîşan tîne ser civaka Êzîdî. Ji ber ku pişta DAİŞ a terorîst hate şikandin, plana tunekirina Êzîdiyan di nîvî de ma. Lewma dewleta Tirkê faşîst ji bo temamkirina fermanê ketiye dewrê. Li ber çavê hikûmeta navendî ya Îraqê, hikûmeta herêma Kurdistan û çavdêriya Emerîka de, dewleta Tirk bi riya êrişên hewayî civaka me li ser axa wan bombebaran dike. Tu deng ji van hêzên navborî dernakeve. Ev bêdengî û bêhelwestiya wan nîşana erêkirina qirkirinên li ser Êzîdiyan e.

XWEDÎ LI ÊZIXDAN Û ŞENGALÊ DERKEVIN

Em wek Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan NAV-YEK bi vê banga xwe û taybet ku di oxira yekîtî û tifaqa civaka Êzîdî de Mam Zekî Şengalî canê xwe da, ji bo tacîdarkirina hedef û armanca nemiran, dixwazin pêvajoya hevdû himbêzkirin û tifaqa civaka xwe li ser bingeheke nû bi pîvanên exlaq û polîtîk bidin destpê kirin. Em di wê baweriyê de ne ku yekîtî û tifaqa navxweyî ku ji bo me di dîroka şehadeta Mam Zekî Şengalî di 15’ê Tebaxa 2018‘an de serdemek nû daye destpê kirin, ji me re ji nan û avê ferztir e.

Civaka me û hemu sazî û dezgehê wê li kuderê dibe bila bibe, xwe bi rihê Mam Zekî ji nû ve rêxistin bike, yekîtiya xwe saz bike û parastina xwe bi hêz bike. Bi tenê bi vê şêwazê emê li axa xwe yê pîroz, li Şengala xwe û Êzîdxana xwe xwedî derkevin û xweserî û azadî mîsoger bikin!”