Nasnameya gerîlayên ku li Herekolê şehîd bûn hate ragihandin

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê nasnameya gerîlayên ku Îlonê li Herekolê jiyana xwe ji dest dan ragihand.

HPG’ê di daxuyaniyê de got di şerê giran ê Herkolê de,  17-18’ê Îlonê gelek leşkerên Tirk hatine kuştin, artêşa Tirk ji hewayî û bejahî teknîkeke zêde bi kar aniye û bi vê 13 gerîla şehîd bûne.

Daxuyaniya ku di malpera HPG’ê de wiha ye:

17’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker li Botanê bi ser qada Herekolê de bi desteka ÎHA’yan, ji hewayî û bejahî operasyoneke berfireh da destpêkirin. Di operasyonê de di navbera hêzên me yên gerîla û artêşa TC’ê de şerekî giran çêbû. Şer sibeha 17’ê Îlonê dest pê kir û heta bi şeva 18’ê Îlonê dom kir, artêşa Tirk derbên giran xwarin. Di şer de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û birîndar bûne.

Hêzên dagirker ku li dijî hêza me ya gerîla ya bi pêşengiya hevalê me Şervan Azad de derbên giran xwarî û neçar mayî, hem ji hewayê û hem jî ji bejahiyê teknîkeke zêde bi kar aniye. Di encama bombekirina teknîkî ya dijmin de 13 hevalên me yên li qadê heta hilma xwe ya dawî berxwedaniyeke mezin nîşan dane û şehîd bûne.

Koma me ya gerîla ya bi pêşengiya hevalê me Şervan ku şopdarê rêça berxwedanê ya nûnerên xeta Apoyî ya Botanê Egîd, Rojhat, Adil û Nûdayan e, li dijî dijmin careke dî dastana lehengiyê nivîsiye û carreke dî nîşanî dinyayê dahye ku berdêla wê çi dibe bila bibe ew ê li ber xeta radestbûnê ya ku TC ya dagirker li ser gelê me ferz dike, çokên xwe neşkînin. Berxwedaniya hevalên me yên ku ji çar parçeyên Kurdistanê, li bajarên cihê hatine dinê, bûne sembola giyanê hevpar ê neteweya Kurd û bûye derbirîna wê ku gerîla ku hêza sereke ya parastina Kurdistanê ye, li her deverê wê gelê me biparêze.

Em HPG sersaxiyê di serî de didine malbatên hevên me yên ku şehîd bûne û hemû gelê xwe yê welatparêz û di şexsê hevalên me de yên ku şehîd bûne, em careke dî sond dixwin ku, li dijî hewldanên dagirkirinê yên bi ser Kurdistanê de heta ku Rêber Apo û gelê me azad bibe em ê têbikoşin.

Agahiyên sivîlê yên hevalên me yên ku şehîd bûne wiha ne;

Nasnav: Şervan Azad
Nav û Paşnav: Mehmet Sîraç Alp
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdin
Navê Dayik - Bav: Emîne - Suleyman
Cih û Dîroka Şehadetê: Sêrt / 17-18 Îlon 2017

Nasnav: Ayten Derik
Nav û Paşnav: Çîgdem Açlan
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdin
Navê Dayik - Bav: Emîne – Feyzî
Cih û Dîroka Şehadetê: Sêrt / 17-18 Îlon 2017

Nasnav: Bahoz Tolhildan
Nav û Paşnav: Bahoz Cefer
Cihê Jidayikbûnê: Xûrmal
Navê Dayik - Bav: Kafiye - Cefer
Cih û Dîroka Şehadetê: Sêrt / 17-18 Îlon 2017

Nasnav: Erdal Mûnzûr
Nav û Paşnav: Mesut Oktan
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik - Bav: Sena - Alî
Cih û Dîroka Şehadetê: Sêrt / 17-18 Îlon 2017

Nasnav: Eşref Kûrtay
Nav û Paşnav: Erdal Îşbîlîr
Cihê Jidayikbûnê: Van
Navê Dayik - Bav: Zulfînaz - Mahmut
Cih û Dîroka Şehadetê: Sêrt / 17-18 Îlon 2017

Nasnav: Evrîm Şahîn
Nav û Paşnav: Rûken Bîlen
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Sevîm – Mehmet Îsa
Cih û Dîroka Şehadetê: Sêrt / 17-18 Îlon 2017

Nasnav: Jînda Firat
Nav û Paşnav: Berfîn Caymak
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik - Bav: Derya - Arafat
Cih û Dîroka Şehadetê: Sêrt / 17-18 Îlon 2017

Nasnav: Kûrtay Faraşîn
Nav û Paşnav: Sedat Akdag
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Gûlê - Sabrî
Cih û Dîroka Şehadetê: Sêrt / 17-18 Îlon 2017

 

Nasnav: Roj Gîvera
Nav û Paşnav: Hevîdar Faris
Cihê Jidayikbûnê: Dêrîk
Navê Dayik - Bav: Vecîha - Şaban
Cih û Dîroka Şehadetê: Sêrt / 17-18 Îlon 2017

Nasnav: Simko Leylax
Nav û Paşnav: Hemîn Alipenah
Cihê Jidayikbûnê: Sine
Navê Dayik - Bav: Mestûre - Mahmut
Cih û Dîroka Şehadetê: Sêrt / 17-18 Îlon 2017

Nasnav: Şahîn Amed
Nav û Paşnav: Vezîr Akçîçek
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Saadet - Nezîr
Cih û Dîroka Şehadetê: Sêrt / 17-18 Îlon 2017

Nasnav: Şervan Nûrhak
Nav û Paşnav: Ferhat Koşker
Cihê Jidayikbûnê: Swîsre
Navê Dayik - Bav: Hatîce - Hacî
Cih û Dîroka Şehadetê: Sêrt / 17-18 Îlon 2017

Nasnav: Zeynep Asya
Nav û Paşnav: Gulcan Arik
Cihê Jidayikbûnê: Semsûr
Navê Dayik - Bav: Zekiye - Alî
Cih û Dîroka Şehadetê: Sêrt / 17-18 Îlon 2017