Nasnameya 9 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 9 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan eşkere kir.
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 9 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan eşkere kir.
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nasnameya 9 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan eşkere kir.
Daxuyaniyê bi sernavê "Şehîdên me soza me ya ji bo rûmet û mirovahiyê ye, meşa me ya serketinê ye" dest pê kir û wiha dewam kir:
"Şehîdên me, ku di dîroka me ya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de bûn ronahiya siberoja gelê me û bi têkoşîna xwe ya leheng nirxên azadiyê afirandandin, duh, îro û siberoja me ne. Şehîdên me, ku di her roja dîroka me ya berxwedana bi heybet de bi destanî li ber xwe dan û bûn xwedî seknek lehengî ya canbexşane, di dîroka têokşîna azadiyê de gelê Kurd û Kurdistanê bi ruhê azadiyê, bi berxwedanên mezin tacîdar kirine.
Şehîdên me, kirin ku gelê me jî di nava gelên cîhanê de serbilind be û bi meşeke bi rûmet em gihandin roja îro. Şehîdên me, ku di her serdemê de canê xwe bi ruhê fedayî yê Apoyî bexşandin, weke pêşengên rasteqîn ên Pêngava Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk wê her tim bijîn. Dilsoziya rast a bi şehîdan re, bi temsîlkirina wezîfeyên wan ên têkoşînê dibe. Bi vê bîr û baweriyê em her kêlî û roja xwe, bi jiyan û soza dilsoziya bi wan re bijîn. Ji ber ku şehîd di şexsê de me jiyana rasteqîn didomînin. Em parçeyek ji wan e û erka me ye ku em hêjayî wan bin.
Divê neyê jibîrkirin; şehîd tê wateya rabûna li ber jiyana dijmin ferz dike. Weke şopdarên baş ên şehîdên me yên li ber jiyana dijmin rabûn, divê em ji jiyana ku mêtînger û dagirker li ser me ferz dikin re bêjin NA û jiyana azad û demokratîk deynin pêşiya xwe.
Bîranînên şehîdên me yên berxwedanê, bi taybetî helwest û gotinên wan, ji bo me hemûyan; bang e, ferman e û divê bicih werin anîn."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, bi vî rengî ye:
Nasnav: Rênas Laşer
Nav paşnav: Duzgun Gulunç
Cihê jidayikbûnê: Dersîm
Dayik-Bav: Yeter-Comert
Dem û cihê şehadetê: 04.09.1997 / Wan
Nasnav: Hogir
Nav paşnav: Saîm Aslan
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Gulê-Necatîn
Dem û cihê şehadetê: 1996 / Botan
Nasnav: Botan
Nav paşnav: Abdullah Mehmet
Cihê jidayikbûnê: Kerkûk
Dayik-Bav: Emîne-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 30.08.1999 / Amed
Nasnav: Arî
Nav paşnav: Arî Abdullah Mehmet
Cihê jidayikbûnê: Silêmanî
Dayik-Bav: Melîhe-Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 1997 / Zagros
Nasnav: Ferhat
Nav paşnav: Dilêr Hasan Hewîs
Cihê jidayikbûnê: Başûr
Dayik-Bav: Zeynep-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 03.09.1999 / Başûr
Nasnav: Serbest
Nav paşnav: Nasîh Reşît Xidir
Cihê jidayikbûnê: Başûr
Nav paşnav: Gulsum-Başûr
Dem û cihê şehadetê: 08.06.1997 / Başûr
Nasnav: Dara
Nav paşnav: Salîh Dewrêş Keeş
Cihê jidayikbûnê: Başûr
Dayik-Bav: Besîm-Dewrêş
Dem û cihê şehadetê: 1988 / Zagros
Nasnavs: Jin
Nav paşnav: Gulten Çorak
Cihê jidaykbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Xeme-Celal
Dem û cihê şehadetê: 1999 / Metîna
Nasnav: Ferhat
Nav paşnav: Cafer Ozdemîr
Cihê jidayikbûnê: Dersîm
Dayik-Bav: Zeycan-Zulfu
Dem û cihê şehadetê: 20.05. 1998 / Sêrt