Nasnameya 3 gerîlayên li Barzan şehîd bibûn hatin eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê nasnameya 3 gerîlayên 28’ê Îlonê li devara Adil Beg a Herêma Barzan a dikeve ser sînorê Başûrê Kurdistanê şehîd bibûn, eşekere kir.

Navenda HPG’ê di daxuyaniya di 29’ê Îlonê de me diyar kiribû 3 gerîlayên 28’ê Îlonê li devara Adil Beg a Herêma Barzan a dikeve ser sînorê Başûrê Kurdistanê piştî têkoşînekî qehremanî şehîd bibûn. HPG’ê îro nasnameya wan gerîlayan eşkere kir.

HPG’ê li ser malpera xwe ya fermî têkildarî gerîlayên şehîd bibûn ev agahî parve kir.

“Hevrê Pelîn Sîpan (Gamze Çelîk); li navçeya Kopê ya Mûşê di nava malbatek welatparêz û kedkar de tê dinê. Hevrê Pelîn Sîpan hê di temenê biçûk de bi rastiya gelê Kurd nas dike, di temenê ciwantiyê de bi zanîstî weke jineke Kurd tevlî nava refên gerîla dibe. Ji roja tevlî nava refên gerîla bûyî di nava artêşa YJA Starê de bûye şopdarê xeta jina azad a bi felsefeya Rêber Apo hatî afirandin û li her qadê lê têkoşîn kirî ev xet temsîl kiriye. Li dijî dijminên Kurdistan di refên pêş ên şer de cihê xwe girt û ji bo gelê Kurd û azadiya Rêber Apo têkoşîn kir.

Hevrê Masîro Botan (Emrah Erdem); li Êlihê di nava malbatek welatparêz de tê din. Bavê hevrê Masîro Nûrî Erdem milîsekî berê yê partiya me bû. Di sala 1998’an de şehîd bûye. Hevrê Masîro jî bûye şopdarê rêça bavê xwe û li her qadê lê mayî bi awayekî aktîf têkoşîn kir. Hevrê Masîro yê ku di ciwantiya xwe de bi awayek aktîf beşdarî têkoşînê bûye, piştî demek kurt jî tevlî nava refên gerîla bûye. Bi hêrsa tolhildanê hevrê Masîro li dijî dijmin şer kiriye. Li her qadên li nav gerîla de lê mayî li dijî hewldanên dijmin bûye yek ji hevrêyê me yê aktîf şer kiriye û heta nefesa xwe ya dawî di rêya azadiyê de meşiyaye.

Hevrê Gelhat Faraşîn (Mhemet Şerîf Tûrhan); li navçeya Erxanî ya Amedê hatiye dinê û ji ber cihê lê dijiya hê di temenê biçûk de rastiya faşîst a dewleta dagirker nas kiriye, karketerekî welatparêz girtiye. Hevrê Gelhat xwe li hember rastiya dijmin a li Kurdistanê negirtiye, di temenê ciwantiyê de beşdarî nava refên gerîla bûye. Hevrê Gelhat li dijî operasyonên dewleta Tirk a dagirkirinê bûye yek ji hevrêyên herî aktîf ku şer kiriye. Di demê nava tevgera Azadiya Kurd de bûye yek ji milîtanê herî baş ê Rêber Apo, heta nefesa dawî bi ruhekî azad şer kiriye û tevlî karwanên şehîdan bûye.

Weke HPG’ê di serî de sersaxiyên ji malbatên her sê hevrêyên xwe re dixwazin, em soz didin ku em ê xwedî li nirxên û berdêlên şehîdên xwe yên li dijî êrîş û dagirkeriya dewlat Tirk ên çar parçeyên Kurditanê dane biparêzin. Em ê heta dawî di şopa şehîdên azadiyê de bimeşin.

 

 Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne:

 

Nasnav: Gelhat Faraşîn
Nav û Paşnav: Mehmet Şerîf Tûrhan
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê-Bav: Guzel - Ramazan
Cih û Dîroka Şehadetê: Barzan /28’ê Îlona 2017

***

Nasnav: Masûro Botan
Nav û Paşnav: Emrah Erdem
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayikê-Bav: Fatma - Nûrî
Cih û Dîroka Şehadetê: Barzan /28’ê Îlona 2017

***

Nasnav: Pelîn Sîpan
Nav û Paşnav: Gamze Çeliîk
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayikê-Bav: Bîlcan - Aydin
Cih û Dîroka Şehadetê: Barzan /28’ê Îlona 2017