Nasir Yagiz ê di greva birçîbûnê de ye nikare rabe ser xwe

Nasir Yagiz ê ku 84 roj in li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê di greva birçîbûnê de ye, nîşaneyên krîtîk di tendirustiya wî de tê dîtin.

Nasir Yagiz ê ku li Nûneriya HDP’ê ya li Hewlêrê çalakiya xwe didomîne, di rîtma dilê wî de xerabûn heye.

Bijîşkên ku her roj tendirustiya wî kontrol dikin, diyar kirin ku di 10 rojên dawîn de rîtma wî ya dil xerab bûye.

Di heman demê de Yagiz sibehan dema ku şiyar dibe, heta sê çar saetan nikare rabe ser xwe. Yagiz ê ku piyên wî nagirin, piştî hin tevgeran dikare ji cihê xwe rabe.

Yagiz ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, piştî Leyla Guven bi 13 rojan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû.

Nasir Yagiz ê ji Êlihê ji ber zextên rejîma Tirk, hatibû Hewlêrê. Yagiz ji ber têkoşîna xwe bûbû hedefa dewleta Tirk û rîska wî ya girtinê hebû.

Yagiz di 21’ê Mijdarê de dest bi çalakiya xwe kiribû. Yagiz di hefteyên dawîn de gelek caran rakiribûn nexweşxaneyê lê wî diyar kiribû ku ew tedawiyê qebûl nake û ew ê çalakiya xwe bidomîne.