Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana gora Vedat Aydin

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê bi wesîleya cejnê çûn serdana gora Serokê Giştî yê HEP'ê Vedat Aydin ku di sala 1991'an de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin.

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê bi wesîleya Cejna Remezanê çûn serdana gora serokê berê yê bajêr ê Partiya Kedê ya Gel (HEP) Vedat Aydin ku di 5'ê Tîrmeha 1991'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibû qetilkirin.

Komeleya Alîkarî, Hevgirtin, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên Di Deşta Şaristaniyan de Xizmên Wan Jiyana Xwe Ji Dest Dane (MEBYA-DER), Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Sezaî Temellî, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk, Kongreya Civakî ya Demokratîk (DTK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêveberên bajêr û navçeyan ên Partiya Çepên Kesk çûn serdana gora Vedat Aydin.

Piştî deqîqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Zeyyat Ceylan axivî û got “Weke her sal em di vê cejnê de careke din diyar dikin; Ala azadiyê ya ku we 30-40 sal berê bilind kir, ji wê demê heta niha di destê bi deh hezaran de ye. Bi êrîşa li ser we xwestin vê alê daxînin. Lê belê ev al qet nehat xwarê. Îro ala azadiyê di destê milyonan de ye.

Yên ku wê rojê êrîşî Vedat Aydin, hevalên wî û gelê me kirin, zîhniyeta ku Kurdistan veguherand gola xwînê hê jî êrîşên xwe didomînin. Li dijî vê zilmê, li dijî mêtingeriyê û li dijî zîhniyetê berxwedaneke pir mezin tê meşandin. Îro, bi mîlyonan kes xwedî li têkoşîna we derdikeve.”

Namzetê Partiya Çepên Kesk Mehmet Emîn Aktar jî got, “Em gelek bêriya we dikin. Vî gelî tu ji bîr nekir û tu carî wê te ji bîr nekin.”

Birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin jî diyar kir ku wan rê li ber têkoşînê vekirine û got “Têkoşîna şehîdan heta derekê hat, niha jî divê di hilbijartinan de bi serfiraziyê were tacîdarkirin.”

Piştî axaftinan qurnefîl danîn ser gora Aydin.