'Em ê di 31'ê Adarê de şaredariya Êlihê radestî gel bikin'

Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Êlihê Songul Korkmaz û Dr. Mehmet Demîr bal kişandin ser dijberiya feraseta qeyûm a li dijî Kurdan û gotin, "31'ê Adarê em ê Şaredariya Êlihê radestî gel bikin."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveyê xebatên xwe de yên ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê, bi rêya hilbijartinê namzetên ji bo Hevserokatiya Şaredariya Êlihê diyar kir. Di hilbijartinê de Songul Korkmaz û Sabrî Ozdemîr ji bo Hevşaredariya Êlihê namzet hatin hilbijartin. Lê belê Desteya Bilind a Hilbijartinê ya namzetiya Sabrî Ozdemîr red kir. Li ser vê yekê Rêxistina HDP'ê ya Êlihê, Dr. Mehmet Demîr kir namzetê xwe yê ji bo Hevserokatiya Şaredariya Êlihê.

SONGUL KORKMAZ KÎ YE? 

Songul Korkmaz li gundê Kaniya Berê ya navçeya Hezo ya Êlihê hate dinê û bi salên dirêj li Êlihê bi rengekî aktîf beşdarî siyasetê bû. Korkmaz, di navbera salên 2014 û 2016'an de Hevserokatiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ya Êlihê kir û ji sala 2017'an ve jî di nava rêveberî û meclîsa jinan a HDP'ê ya Êlihê de dixebite. 

'EM Ê DEST BI XEBATÊN JINAN BIKIN'

Korkmaz bi bîr xist ku qeyûman destpêkê destketiyên jinan ji holê rakirin û got, "Qeyûman saziyên jinan girtin. Yek ji van jî saziya jinan SELÎS bû. Qeyûm bi girtina saziyên jinan re cihên kar ên ji bo jinan jî tune kirin. Bi vê yekê re eşkere dibe ku dewlet çawa ji hêza jinê ditirse. Piştî ku me şaredarî dîsa bi dest xist, em ê li dijî darbeya li vîna jinan hat xistin, berî her tiştî xebatên jinan bidin destpêkirin. Em ê di nava siyasetê, rêveberiyên şaredariyê û qadên kar de cih bidin jinan. Em ê bi gel û jinan re bixebitin. Li Êlihê 5 herêm hene, em ê li her 5 herêman navendên jinan vekin. Gelek projeyên me têkildarî jinan hene, berî her tiştî em ê van projeyên xwe bi jinan re parve bikin û bi hev re dest bi van projeyan bikin. Karê me yê destpêkê em ê şaredariyê ji gel re vekin û bikin navenda xizmeta gel."

'WÊ GEL BI XWE ŞAREDARIYÊ BI RÊ VE BIBE'

Korkmaz da zanîn ku ji bo şaredariyê îdiaya wan mezin e û destnîşan kir, nerazîbûneke zêde li hemberî qeyûman heye. Korkmaz da xuyakirin kir ku wê ji sindoqan hêrsa gel derkeve û wiha axivî: "Rêveberiyên ku gel wan hilnebijêre ne rêveberî ne. Tu carî rêveberiyeke şefaf çênebûye. Em ê careke din bi awayekî xurt xwedî li emaneta gelê xwe derkevin. Bêyî cihêkarî hebe wê her beşên civakê di dema biryardayînê de hebin û wê gel bi xwe şaredariyê bi rê ve bibe. HDP partiya gel e û gel wê xwedî li partiya xwe derkeve. Em ê bi gelê xwe re bibin yek û hemû biryaran bi gelê xwe re bidin."

'VÎNA GEL WÊ DERKEVE HOLÊ'

Korkmaz bal kişand ser pergala hevserokatiyê û wiha dewam kir: "Cara yekemîn partiya me pergala hevserokatiyê li Tirkiyeyê bi cih anî. AKP çawa ku jinan di siyasetê de naxwaze, wisa jî bi tayînkirina qeyûman xwest derbekê li vîna jinan bixe. AKP dixwaze jin li malê rûnin, zarokan bînin dinê û ji zilaman re bîat bikin. Lê HDP berevajî AKP'ê dixwaze jin bi aktîf beşdarî siyasetê bibe û vîna xwe derxîne holê. Em dixwazin bi her awayî vîna jinan derxin holê. Em ê di şaredariyê de vîna gel û jinan derxin holê."

DR. MEHMET DEMÎR KÎ YE?

Dr. Mehmet Demîr di sala 1968'an li gundê Yamanê yê ser bi navçeya Kercewsê hate dinê. Di sala 1994’an de ji Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bû. Ji sala 1994’an û vir ve bijîşkiyê dike. Ji sala 2004'an û vir ve jî pisporê nexweşiya çavan e.

'EM Ê HER DEVERÊ JI XIZMETA GEL RE VEKIN'

Dr. Mehmet Demîr jî anî ziman ku wê şaredariya xwe ji destê qeyûman derxin û ev tişt got: "Şaredariyên gel niha di bin enkazê de ne û heta dawiyê ketine dibinê deynan. Em ji xwe û gelê xwe bawerin, em ê bi hev re bi ser vê de biçin û şaredariyên xwe ji qeyûman rizgar bikin. Armanca me ew e ku em şaredariya xwe û saziyên me yên hatine girtin carek din radestî gel bikin. Ev xespkirin li ber çavê her kesî ye. Daxwaza me ew e, em saziyan radestî xwediyên wê yê esil bikin. Niha qeyûm her deverî dagir kiriye. Em ê her deverê ji xizmeta gel re vekin. Xwestin ku mejî û nirxên Kurdan ji bajêr paqij bikin. Lê bila bizanibin şaredarî ne cihê zordestiyê ye. Şaredarî cihê xizmeta ji bo gel e. Em ê jî ji bo gelê xwe xizmetê bikin."

'EM Ê ŞAREDARIYÊN GEL RADESTÎ GEL BIKIN'

Demîr destnîşan kir, feraseta qeyûman berhema desthilatdariyê ye û polîtîkayeke li dijî Kurdan  e. Demîr diyar kir, ew ê li dijî vê ferasetê têbikoşin û di 31'ê Adarê de şaredariya Êlihê radestî gel bikin. Demîr got: "Serketin bi tenê têrê nake, em ê ava jî bikin. Pratîka me heye. Ev çend sal in di rêveberiya herêmî de em xwedî tecrûbe ne. Ev tecrûbe hêzê dide me. Ji berê heta niha kedeke komunal li holê heye. Em ê vê yekê dewr bigirin û çi kêmasî hebin temam bikin. Beriya her tiştî em ê avahiyên şaredariyê yên hatine xespkirin û veguherîne qereqolan veguherînin. Em ê ji bo xizmetê ji gelê xwe re vebikin û hemû projeyên xwe em ê bi gel re saz bikin. Gel wê bi xwe biryar bide û bi xwe şaredariya xwe bi rê ve bibe."