Namzeta hevşaredariyê û gelek jin hatin destgîrkirin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Şirnexê namzeta HDP’ê ya şaredariya Cizîrê Bêrîvan Kûtlû jî di nav de gelek jin hatin destgîrkirin.

Li navenda Şirnexê û li navçeya Cizîrê polîsan girtin ser malan. Namzeta HDP’ê ya şaredariya Cizîrê Bêrîvan Kûtlû jî di nav de gelek jin hatin destgîrkirin.

Rêvebera HDP’ê ya bajarê Şirnexê Leyla Kiliç û Nûriye Bîlîr, Hevseroka DBP’ê ya Şirnexê Ayşe Altay, Zeynep Îdîn, Kûmrû Yoruk, Emîne Erkûş, Saadet Edîn, Taybet Bîlgî li Şirnexê û Bêrîvan Kûtlû jî li Cizîrê hatin destgîrkirin.

Şîrîn Kiliç a ku ji bo namzeta hevşaredariyê serî lê dabû, ew jî hate destgîrkirin.