MXDŞ: Gelê rojava bi ruhê şoreşa 19'ê Tîrmehê li ser piya ye

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê: Gelê Rojava bi ruhê şoreşa 19'ê Tîrmehê li ser piya ye, eger ne ruhê 19'ê Tîrmehê ba wê gelek armancên dijmin li ser Rojava û gelê wê pêk bihatana, eger ne ev bûya wê gelê Şengalê jî niha bi vî ruhê liberxwe nedaba.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ), berxwedana Şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevahî mirovahî û gelê Rojava pîroz kir û got: “Em wek gelê Şengalê ji vê şoreşê hêz û moral digirin, ji bo me ev şoreş bingehê hemû serkeftina ya,her wiha encamên vê şoreşê bû ku di sala 2014'an de pêşî li qirkirina ku hatî ser gelê Êzidî hate girtin û DAIŞ hate têkbirin.”

'ŞOREŞEKE MIROVAHÎ, WIJDAN Û EXLAQÎ YE'

Meclîsê diyar kir ku 5 sal li ser şoreşa 19'ê Tîrmehê re derbas bûn,ew şoreşa ku ruhê xwe ji berxwedana zîndana Amadê ya 14'ê Tîrmehê digirt,tîrêjên wê ji Kobanê derket û li tevahî Rojava û Sûriye belav bû, şoreşeka mirovahî, wijdanî û Exlaqî bû.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê(MXDŞ) di daxuyaniya xwe de ev tişt got:

“ji îrada gel hat lidarxistin, ji bo tevahî cîhanê, mirovahiyê mizgîniya azadî û serkeftinê bû,ew gelê ku bi hezarên salana bindestî jiyan dikir, êdî darê zorê li ser xwe hilanî û melavahiya azadiyê ji bona tevahî cîhanê kir.

Tevî ku Rojavayê Kurdistanê di bin ambargoyek mezin de ye, ji hemû aiyan ve dorpêç kiriye û ji aliyî hindek hêzên tirsonek û xwedê ne nes ve bi giranî êrîş têne ser û êrîşî destkeftiyên wê şoreşê tên kirin. Lê vî gelî tu carî xwe bê hêvî nekiriye û bi xeta berxwedaniya xwe bawer in, ji ber ku vê şoreşê rehê xwe bi çanda berxweanê berdaye di nava gel de û bi vê çandê deskeftiyên xwe parastiye û ev şoreş bûye şoreşa jinan , şoreşa gelan û şoreşa kesên bindest, ji ber vê yekê ev şoreş li ser piyan maya.

‘GELÊ ROJAVA BI RUHÊ 19’Ê TÎRMEHÊ LI SER PIYA YE’

Gelê rojava bi ruhê şoreşa 19'ê Tîrmehê li ser piya ye, eger ne ruhê 19'ê Tîrmehê ba wê gelek armancên dijmin li ser Rojava û gelê wê pêk bihatana, eger ne ev biya wê gelê Şengalê jî niha bi vî ruhê liberxwe nedaba û tekoşîna xwe li her derê xurt ne dikir . Divê ji bo wê jî hemû gelên bindest û bi tayebet gelê Êzidîxanê ji bona azadiya xwe şoreşa 19'ê Tîrmehê ji xwere bikin sembol û di her warî de esas bigire.

‘EM GELÊ ÊZIDÎ JI VÊ ŞOREŞÊ HÊZ Û MORALÊ DIGIRIN’

Em wek Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Şoreşa 19'm Tîrmehê li tevahî mirovahî û gelên Rojava pîroz dikin,em wek gelê Şengalê ji vê şoreşê hêz û moral digirin, ji bo me ev şoreş bingehê hemû serkeftina ya,her wiha encamên vê şoreşê bû ku di sala 2014'an de pêşî li qirkirina ku hatî ser gelê Êzidî hat girtin û DAIŞ hat têkibirin. Em wek gelê Şengalê şoreşa 19'ê Tîrmehê ji xwere mînak digirin û li ser xeta wê berxwedanê xwe bi rêxistin dikin û têdikoşin.”