Mûazzez Orhan: Mirov kirine hewcedarê nanê tisî

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan diyar kir ku polîtîkaya şer a desthilatdariya AKP-MHP'ê, her wiha rant û nelirêtiya vê polîtîkayê kiriye ku xelk hewcedarî nanê tisî be.

Qeyûmên ku ji aliyê AKP'ê ve li Wanê hatine bicihkirin, firotina Nanê Gel sekinandin û bi vî rengî nehişt nanê erzan bi destê mirovan bikeve. Piştî ku buhayê nan ji 2.50 TL bû 2.80 TL destûra firotinê careke din hate dayin.

Şaredariyên Wanê yên ku qeyûm li ser in, di nava sala 2022'an de sê caran buhayê nan zêde kirin. Buhayê Nanê Gel ku 1.50 TL bû, ji ber zema şaredariyên qeyûman bûye 2.80 TL'î. Ji ber zema zêde ya li nan hate kirin, welê li mirovên xizan hatiye ku nikaribin nan bikirin.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Mûazzez Orhan li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ji ber polîtîkayên şer ên desthilatdariyê welat ketiye nava krîzeke giran a aboriyê. Mûazzez Orhan ragihand ku yek ji bajarên sereke yên ku krîza aboriyê bandoreke giran lê kiriye Wan e û destnîşan kir ku xizanî zêde bûye. Parlamentera Mûazzez Orhan diyar kir ku polîtîkayên rant, nelirêtî û şer ên desthilatdariyê, mirov kirine hewcedarê nanê tisî.

Orhan anî ziman ku gelek şaredariyên Tirkiyeyê nanê erzan difiroşe, lê belê qeyûmên li Wanê cihên Nanê Gel ên bi erzanî nan difirotin girtine û got, "Li navçeyên Tûşba, Rêya Armûşê, Artêmêtanê yên Wanê, ji ber rawestandina çêkirina Nanê Gel û belavkirina wê, demeke dirêj nanê erzan bi destê gelê me neket. Her wiha li gelek taxên van navçeyan ji ber ku şaredariyan belavkirina Nanê Gel rawestand an jî firin li nêzî van deveran nîne, gel gelekî mexdûr bûye."