MLKP-Kurdistan: Raperîna Şêladizê divê li her derê bê xurtkirin

MLKP-Kurdistanê raperîna Şêladizê silav kir û bang li hêzên welatparêz hemûyan kir ku li dijî êrîşên kujer ên mêtingeran xwedî li raperîna gelê Şêladizê derkevin û li her derê belav bikin.

MLKP-Kurdistanê li ser raperîna gelê Şêladizê yê Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de komkujiyên dewleta Tirk hatin bibîrxistin û got, "Mêtingeriya dewleta Tirk ji bo dagirkerî û êrîşên xwe, hebûna PKK'ê dike hincet. Çawa ku êrîş û hebûna dewleta Tirk ne rewa ye, ev hinceta xwe jî ne rewa ye. Başûr beşek ji axa Kurdistanê ye. PKK jî partiyek e ku ji bo Kurdistana azad têdikoşe. Her bihosta xaka Kurdistanê çepereke şer e ji bo têkoşerên li ber dagirkeran radibin. Amadekariya şerê şoreşgerî yê her welatparêz û sosyalîstan li ser vê axê, mafdar û rewa ye."

Hikumeta herêma Kurdistanê bi dayina baregehan ji bo dewleta Tirk a mêtinger, pêşî li êrîşên kujer vedike û hate gotin, "Di ser re, li şûna ku helwestê li dijî dewleta Tirk nîşan bide, gelê me yê Şêladizê bi fitneyê sûcdar dike, êrîşî gel dike û PKK weke berpirsyarê êrîşan nîşan dide. Hewldana ku yên gelê me qetil dike rewa nîşan dide, zerareke mezin dide doza azadiyê ya neteweya."

MLKP-Kurdistanê diyar kir, divê hikumeta Herêma Kurdistanê baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ên li herêmê bigire, kujerên gelê me bigire û pêşî li her şêwe êrîşên dewleta Tirk ên li Başûr bigire.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang li hêzên welatparêz hemûyan dikin ku li dijî êrîşên kujer ên mêtingeran, xwedî li raperîna gelê me yê Şêladizê derkevin, mezintir bikin û di çarçoveya yekîtiya neteweya Kurd de li dijî mêtingeran tevbigerin."