Mizrakli: Ev qad qada geşkirina berxwedanê ye

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli got, "Ev qad qada geşkirina berxwedanê ye. Ji ber vê yekê êdî bloka AKP-MHP'ê rewa nîne."

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku 49 roj in li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î li ber xwe dide, qala wateya berxwedana xwe kir û çavdêriyên xwe yên ji hevdîtinên li Tirkiye û Ewropayê ragihand.

Mizrakli diyar kir, ku li dijî çalakiyên protestoyî ji roja destpêkê ve polîsan dest bi êrîşê kirin û destnîşan kir, wan jî li pêşberî van êrîşan ti carî ji sekna xwe tawîz nedan. Mizrakli got, jin, ciwan, extiyar, zarok her kesên beşdarî vê berxwedanê bûne, xwedî helwesteke bi biryar in.

LI DIJÎ REJÎMA ŞEXSEKÎ...

Mizrakli ragihand ku ew li qada berxwedanê her roj peyamên xwe radigihînin û got, "Ji rêxistinên civakî yên sivîl ên Tirkiyeyê, partiyên siyasî, beşên cuda yên civakê, hunermend, rewşenbîran beşdariyeke xurt li çalakiyê bû. Ji ber vê yekê ez vê deverê weke qada geşkirina berxwedanê dibînim. Ev dever li dijî rejîma şexsekî û rejîma zordariyê, weke qada nirxên demokrasiyê û hiqûqê, azadiya mafên mirovan û sekna bi biryar a li dijî darbeya siyasî ye. Ev dever hêzê dide metropolên rojavayê Tirkiyeyê, di heman demê de peyama 'Dikarin hin biryaran werbigirin, lê biryarên wan wê li îradeya civakê bikevin û vegerin' ji kesên li Tirkiyeyê re radigihîne. Ji ber vê yekê bloka AKP-MHP'ê êdî nerewa ye."

Mizrakli destnîşan kir ku piştgiriya civakî ya ji bo AKP-MHP'ê daketiye binê rêjeya 40 ji sedî û got, "Bi dîtina min a ku divê pêvajoyê bi xurtî bibîne û ava bike mûxalefeta siyasî û civakî ye. Eger karibe gavên xurt biavêje wê texrîbata li civakê tê kirin kêm bike."