'Mixabin Hewlêr bûye hêlîna kujerên Kurdan'

Çavdêrê Siyasî Kawa Nadir bal kişand ser qetilkirina welatparêzên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê û got: "Bi hevkariya hêzên herêmî û derve êriş tên kirin. Mixabin Hewlêr bûye hêlîna kujerên Kurdên welatparêz û şoreşgeran."

Di dema dawî de li gel zêdebûna êrişên li qadên gerîla li Başûrê Kurdistanê jî cînayetên siyasî zêde bûne.

Çavdêrê Siyasî yê Başûrê Kurdistanê Kawa Nadir, li ser êriş, hevkariya hêzên hundir û derve, bicihbûna kujerên Kurdan a li Hewlêrê û helwesta gelê Kurd ji ANF’ê re axivî.

‘DIXWAZIN KESÊN AZADÎXWAZ Û JI BO AZADIYÊ TÊDIKOŞIN TINE BIKIN’

Nadir bal kişand ser hevkariya hêzên herêmî û derve ya ji bo piştevaniya êrişên dewleta Tirk a li ser welatparêz û şoreşgerên Kurd ên li Kurdistan û taybet demê dawî li Başûrê Kurdistanê û got: “Divê em vê hemû bizanin dewleta Tirk bi hevkariya sîstmeke navxweyî, li gel sîstema ewlekarî ya herêmî, her wiha hêzên navdewletî bi taybet Brîtanya û hinek caran Emerîka piştgirî êrişî herêmê dikin. Ji bo qetilkirina welatparzê û ew hêzên siyasî yên li herêmê, van hêzan pîlanek xwe heye û li gorî wê pîlanê kar dikin. Bi taybet dixwazin kesên azadîxwaz û ji bo azadiyê têkoşînê dikin, tine bikin. Dixwazin kesayetên wisa ava bikin ku li gorî berjewendiyên xwe kar bikin.”

‘TIRKIYE DIJMIN E, DIXWAZE HER FERSENDÊ BIKAR BÎNE’

Çavdêrê Siyasî Kawa Nadir destnîşan kir ku di demekê de ku hemû cîhan bi şerê Rûs û Ûkranya re mijûl, Tirkiye dixwaze sûdê ji vê bigire û pîlanên xwe yên Mîsaqî Mîllî pêk bîne. Nadir Qadir ev anî ziman: “Dewleta Tirk sûd ji şerê Ûkranya girt, dixwaze hinek destkeftiyan di vê demê ku cîhan bi şerê Rûs û Ûkranya re mijûle bi destê xwe ve bîne. Di çarçoveya projeya Mîsaqî Mîllî ya Osmaniya nû danî pêşiya xwe pêk bîne. Tirkiye dijmin e, her ferseda bibîne bikar tîne. Pêwîste welatparêz û şoreşgeran baştir di warê ewlekariyê de baldar bin, xwe biparêzin bê ku kar û xebatê xwe piştguh bike.”

‘HEWLÊR BI TÊKOŞÎNÊ TÊ NASÎN’

Nadir li ser berxwedana xelkê Hewlêr û dîsa kujerên welatparêzan çima berê xwe didin Hewlêrê jî ev nirxandin kir: “Hewlêr xwedî dîroke dirêj e, di warê berxwedanê de xwedî cih e. Xelkê herêmê, xelkên ku hez ji welatê xwe dikin, welatparêz in. Kar dikin ji bo serxistina heqê şehîdên Hewlêr. Dema peymana Lozanê li ser hate ferzkirin, Parêzgeha Mûsil kete ser dewleta Iraqê têkoşerên Hewlêr xwedî roleke girîng bûn. Xebateke mezin kirine. Hewlêr bi vê têkoşînê bi nav û deng bûye.

‘MIXABIN JI BER SIYASETA HÊZÊN HERÊMÎ HEWLÊR BÛYE HÊLÎNA KUJERÊN KURDAN’

Mixabin eger Hewlêrê bikin hêlîna terorîstan, Hewlêr bibe cihê kesên ku bên karê terorî bike; ev yek têkilî bi xelkê Hewlêr ve nîne. Têkilî bi wê desthilata li wir ve heye, têkilî bi wê hêza siyasî ve heye ku li wir li ser kar e. Ev yek dûre ji mijara Kurdbûnê. Pêwîst e Herêma Kurdistanê bibe, navenda şoreşgeran. Eger nebin gul divê nebin stirî jî.”

‘HER FERDEKÎ KURD BÊ KUŞTIN, TÊ WATEYA XIZMETA JI BO PÎLANÊN TIRKIYE’

Li ser zêdebûna êrişên demê dawî li Kurdistanê jî zêde bûyî, çavdêrê siyasî Nadir wiha domand: “Êrîşeke berfireh heye, ev êriş bi alîkariya sîstema ewlekarî ya herêmî zêdetir berfireh bûye. Ev êriş ne nû ye, di vê qonaxê de zêdetir bûne. Sûd ji vê qonaxê hatiye girtin, bo wê êriş zêde bûne. Gelê Kurd jî di vê qonaxê de hestyar e, xwe ji şerê Kurd bi Kurd dûr bixin, zemîn bo dagirkeran venekin û dilê dagirkeran xweş nekin. Tirkiye dixwaze Kurdan bi Kurdan bide qirkirin, ji bo Tirkiye Kurdê herî baş Kurdê mirî ye. Her ferdek Kurd bidî kuştin, tê wateya xizmetkirina ji bo pîlana Tirkiye. Ji bo wê divê bi erk û berpirsyar her kes tevger bike.”

‘DIVÊ KURD Û BEXDA ZEXTÊ LI EWLATÊN EWROPA BIKE’

Nadir bal kişand ser rola dîplomasî ya Kurdan û tehşîrkirina sûcên dewleta Tirk û dawî li dagirkeriya li herêmê bê anîn û got: “Her wiha ji bo sûcên şer û dagirkeriya Tirk a li ser herêmê jî divê bi rêya dîplomasî li gel welatên Ewropa kar û xebatek baş bê kirin. Hem Kurd û hem jî Bexda zexteke mezin li ser welatên Ewropa bike ku bandora wan li ser siyaseta herêmê heye.”

‘RAGIHANDIN ERKA HIŞYARÎ Û BELGEKIRINA DELÎLÊN SÛC BIGIHÎNE CÎHAN Û GEL’

Çavdêrê siyasî qala rol û mîsyona ragihandinê ya di şer û hişyarkirina gel jî kir û wiha pêde çû: “Yek ji aliyê din divê girîngiyeke mezin bê dayîna karê ragihandinê. Divê di warê şer û dîplomasî de ragihandin erkekî baş bike û sûcên şer bigihîne raya giştî û gel. Nimûne; bikaranîna çekên kîmyewî, birîna daran, talan û wêrankirina xweza û cihên dîrokî yên herêmê. Tirkiye dijminê Kurd tenê nîne, dijminê dar û berên Kurdan e. Rojane xwezaya Kurdistanê tê talankirin, bombekirin û talankirin. Divê ragihandin van kiryarên der mirovî û exlaqî hemû bi belge nîşan bide. Ji bo wan navendên ku mafê hawirdor, xweza û cihên dîrokî diparêze. Divê hemû kiryarên Tirkiye yên dermirovî bên tehşîrkirin bi belge û delîlan.”

Divê li nava xwe de rêxistinê bi hêz bike û li ser mijara yekîtiya netewî ji bo bikare xelk li ber êrişan hiyar bike û bike xwedî helwest. Rayeke giştî ya Kurdistanî ava bibe, bi temamî ew êrişên li ser xelkê Kurdistan, pîlanên dagirkeriyê û sîstema ewlekarî ya herêmî zelal bike, ji bo rayeke giştî ya Kurdistanî ava bibe li dijî xeteriyên li ser gelê Kurdistanê û gel agahdar bike.”

‘DIJMIN ÇIQAS BI HÊZ BE NIKARE BI VÎNA GEL’

Nadir herî dawî ev got: “Dijmin çiqas bi hêz be, nikare vîna gel. Gelê Kurd bi biryar e ji bo azadî û doza xwe. Xwedî dîrokek dirêj a berxwedanê ye. Geleke divê heqê wê bê dayîn û serbixwe bijî ye. Cihê serbilindiyê ye gelê Kurd karî li ber ewqas êrişên piştî Lozanê li ser hate kirin, xwe girtiye û li ber xwe dide ye. Bi domdarî xwe rêxistin kirin û li ber xwedan, yekane rêya xelkê Kurdistan e. 

Xelkê Başûr divê piştevaniya gerîla bike, ne tenê gerîla heta; piştgirî bide her hêzeke siyasî yên dijî siyaset û hêzên êrişî gelê Kurd û hêzeke aştîxwaz û azadî dikin.”